WAN – Danişîna doza Fîgen Yuksekdag a bi îdiaya “Heqaret li Serokkomar kiriye” dihat darizandin hat taloqkirin.
Danişîna 12’emîn a doza Hevseroka HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag bi îdiaya “Heqaret li Serokkomar kiriye” dihat darizandin li Dadgeha Wanê hat dîtin. Yuksekdag beşdarî dozê nebû û parêzerên Yuksekdag û Erodagn di danişînê de amade bûn.
Parêzerê Erdogan di danişînê de mafê axaftinê girt û got cara 12’emîn e Yuksekdag beşdarî danişînê nebûye. Parêzerê Erdogan xwest ji ber gotinên “Daraz di bin zextên îktîdarê de ye” ên Yuksekdag gilî bê kirin.
Piştî parastina parêzerên Yuksekdag û heyeta dadgehê danişînê taloqî 7’ê çileya 2020’an kir.