TEBQA - Bi sedan şêniyên Mensûra bi boneya êrîşên Tirkiyeyê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dawî bibe û komkujî bi dawî bibin, meşiyan.
Xwepêşandên li rêya El-Resafa ya navenda bajarokê El-Mensûra kom bûn, ber bi stada bajarokê ve meşiyan. Bi sedan şêniyên bajarok, gundewarên derdor, şêx û rûspiyên eşîran tev Ii xwepêşandanê bûn. Di xwepêşandanê de pankartên şermezarkirina sûcên Tirkiyê li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û wêneyên ku di encama çekên qedexekirî de birîndar bûne û jiyana xwe ji dest dane rakirin. Di xwepêşandanê de dirûşmeyên ku Erdogan şermezar dikin û QSD`ê silav dikin berz kirin. Xwepêşandan li stada bajarok veguherî mîtîngê. Di mitîngê de şêxê Eşîra El-Bû Xemîs Hisên El-Raşid û yek ji şêxên eşîreya El-Ewilda Abdulletîf El-Ferec, diyar kir ku wan soz daye dê herêma bi saya şehîdan û şervanên QSD`ê hatiye rizgarkirin, biparêzin.
Rêveberên Mala Gel a Mensûra Siûd Mihemed, hêzên Ewlekariya Hundrîn Diyala Hisên axivîn û xwestin kesên sûcên şer li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anîne hesab ji wan were xwestin û bang li civaka navdewletî kir ku li hember komkujiyan bisekinin. Girsê herî dawî polîtîkayên Tirkiyeyê yên êrîşan şermezar kirin.