STENBOL – Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo bi miwekîlên xwe re hevdîtinê pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin, Raziye Turgut, Rêzan Sarica, Serbay Koklu û Îbrahîm Bîlmez ji bo bi miwekîlên xwe re hevdîtinê pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Parêzeran herî dawî di 7’ê tebaxê de li gel Ocalan hevdîtinek pêk anîn. Ji wê rojê ve serdozgeriyê bersivek erênî an jî neyînî nedaye serlêdana parêzeran.