NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevkê Kremlînê Dmîtriy Peskov, beriya hevdîtina Erdogan û Pûtîn daxûyand ku ne ew Şam dikare destûr bide ku Tirkiye li Sûriyeyê bimîne.
Beriya hevdîtina di navbera Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan, Kremlînê daxuyaniyek da. Berdevkê Kremlînê Dmîtriy Peskov, diyar kir ku ew nikarin destûra mayîna Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê bidin, tenê hikûmeta meşrû ya Sûriyeyê dikare destûreke bi vî rengî bide.
Peskov, li ser pirsa "Rûsya, amade ye ku destûr bide leşkerên tirk li Sûriyeyê bimînin?" ev bersiv da: "Biryara mayîn û nemana leşkerên tirk a li Sûriyeyê, Rûsya nikare bide. Ji bo vê yekê tenê hikûmeta meşrû ya Komara Erebî ya Sûriyeyê dikare destûr bide."