AMED – Li emniyetê ji Hevşaredara Peyasê Kezîban Yilmaz pirsa “Li wan şaredariyê veguherandine qereqolê em ê di 1’ê nîsanê de hemû bi hev re vekin û li benda we ne? We bi van gotinan xwestiye çi bêjin û we fermanê ji kê stend?” kirine.
Polîsan li Emniyeta Amedê pirsên balkêş ji Hevşaredara Peyasê Kezîban Yilmaz a qeyûm tayînî şûna wê kirin di binçavan de pirsîn. Polîsan pirsên derbarê endamtiya komele û partî, ehliyet, pasaport, derketiye derveyî welat an na û xizmek wê di nava “rêxistina terorê” de heye an na û beriya hatiye binçavkirin an na ji Yilmaz kirine.
“Rêzgirtina” di civînên xebata hilbijartina xwecihî de hatine kirin û beşdariya beşdariya merasîma Zulkuf Gezen ê ji bo rakirina tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dawî li jiyana xwe anî ji Kezîban hat pirskirin.
'KÊ FERMAN DA WE?’
Yek ji van pirsên balkêş jî ew in ku polîsan pirsa “Li wan şaredariyê veguherandine qereqolê em ê di 1’ê nîsanê de hemû bi hev re vekin û li benda we ne? We bi van gotinan xwestiye çi bêjin û we fermanê ji kê stend?” ji Yilmaz kirine. Yilmaz di civîna partiya xwe ya hilibijartina xwecihî ya li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Peyasê de vê axaftinê kiribû. Yilmaz bersiv neda vê pirsê. Her wiha civînên hilbijartin û mitîng jî ji Yilmaz hatine pirs kirin.