STENBOL - Di doza darizandina Midûrê Karê Nivîsê yê Rojnameya Yenî Yaşamê Osman Akin de, salek û 3 meh cezayê girtîgehê lê birîn. Cezayê Akin taloq kirin.
Danişîna doza bi îdîaya “Propagandeya rêxistinê kirin” a derbarê Midûrê Karê Nivîsê yê Rojnameya Yenî Yaşam Osman Akin hatibû vekirin, li Dadgeha Cezayê Giran a 28’emîn a Stenbolê hat dîtin. Akin beşdarî danişînê nebû. Parêzera Akin Sercan Korkmaz di danişînê de amede bû.
Dozger, di danişînê de mutalaya di 20’ê Hezîranê de dabû dubare kir.
Parêzera Akin Sercan Korkmaz jî parastin kir û wiha got: “Em mutalaya dozger qebûl nakin. Muwekîlê min şermezarkirina pêkanîneke îdarî kiriye nûçe. Derbarê gotina ‘Birêz Abdullah Ocalan’ de jî ji xwe biryarên emsal ên dadgehên bilind hene.” Korkmaz piştî parastinê beraeta muwekîlê xwe Akin kir.
SALEK Û 3 MEH CEZAYÊ GIRTÎGEHÊ DAN AKIN
Dadgehê biryara xwe aşkere kir û bi îdîaya “Propagandeya rêxistinê kirin” salek û 3 meh cezayê girtîgehê da Akin. Dadgehê cezayê da Akin taloq kir.