WAN - Hevşaredarên Erdîşê Yildiz Çetîn û Bayram Çiçek ên heftiyeke dibin çavan de û serê vê sibê qeyûm tayînê cihê wan hat kirin, sewqî dozger kirin.
Hevşaredarên Navçeya Erdîş a Wanê Yildiz Çetîn û Bayram Çîçek ên ji 15’ê Cotmehê ve dibin çavan dene û serê vê sibê qeyûm tayînê cihê wan hat kirin, sewqî dozger kirin. Li aliyê din Hevserokê HDP’ê yê Navçeyê Şakir Asil û Hevşaredarê Erdîşê yê bi hinceta KHK’ê mezbeta wî nehat dayîn Mahmût Pala û endama Meclîsa Şaredariyê Hucret Kandemîr jî, sewqî dozger hatin kirin.