AMED – Polîsan duh hevşaredarên HDP’î yê Amed, Peyas, Bismil û Karazê binçavkirin. Îro jî bêyî teblîgatê bişîne; şaredariyên Peyas, Bismil û Karazê dorpêç kirin. Li Peyasê, polîsan endamên meclîsê bi lêdanê ji avahiyê derxistin dervê avahiyê.
Polîsan duh di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçuk Mizrakli, Hevşaredara Peyasê Kezîban Yilmaz, Hevşaredarê Bîsmilê Orhan Ayaz û Hevşaredara Karazê Rojda Nazlier binçavkirin. Dozgeriyê der barê dosyaya hevşaredaran de biryara veşartinê anî. Îro serê sibê bi fermana Wezîrên Karên Hundir qeyûm tayinî şaredariyên Peyas, Bîsmil, Karaz û Erdîşê kirin. Qeymeqamê Peyasê Unal Koç wekî qeyûm tayînî Şaredariya Peyasê, Qeymeqamê Bîsmilê Kerem Suleyman Yuksel wekî qeyûm tayînî Şaredariya Bîsmilê, Qeymeqamê Karazê Yasîn Yunak wekî qeyûm tayînî Şaredariya Karazê kirin.
Piştî qeyûm tayînî Peyas, Karaz û Bîsmilê kirin, serê sibê polîsan bi maşîneyên zirxî û tîmên taybet bi ser avahiyên şaredariyan de girtin û avahiyên şaredariyan dorpêç kirin. Polîsan ketin û derketina avahiyên şaredariyan girtin.
Serê sibê piştî qeyûm tayînî şaredariyan kirin, parlamenterên HDP'ê Dersîm Dag û Remziye Tosun, endamên Meclîsa şaredariyê yên HDP'î û rêveberên HDP'ê li pêş avahiya şaredariya Peyasê kom bûn. Lê polîsan dora endam û rêvebaran girt û destûr nedan ku daxuyaniyê bidin.
Polîsan dîsa endamên Meclîsa Şaredariyê yên Peyasê bi lêdanê ji avahiya şaredariyê derxistin dervê avahiyê. Endama Meclîsa Şaredariyê Emel Arslan, diyar kir ku hevşaredara wan Keziban Yilmaz li dijî hiqûqê hatiye binçavkirin. Arslan û wiha got: "Hevşaredarên me hemwext hatin binçavkirin. Me şeva xwe li vir derbas kir. Îro serê sibê polîsan saet di 05.00'an de bi maşîneyên zirxî û TOMA li dora avahiyê kom bûn. Bi ser avahiyê de girtin û bi lêdanê em ji avahiyê derxistin. Em ê li dijî vê yekê heta dawî têkoşîna xwe berdewam bikin. Em vê zilmê qebûl nakin."
POLÎSAN BI SER ŞAREDIYA BÎSMILÊ DE JÎ GIRTIN
Polîsan serê sibê bi maşîneyên zirxî bi ser avahiya Şaredariya Bîsmilê de jî girtin. Endamên Meclîsa Şaredaiyê û Hevşaredara Bîsmilê Gulşen Ozer û xebatkarên şaredariyê xwestin têkevin şaredariyê, le polisan destûr nedan ku têkevin şaredariyê. Li ser vê yekê Hevşaredara Bîsmilê Ozer û koma pêre xwestin bimeşin Kolana îstasyonê. Girsê bi çepik û firfîrkan tayînkirina qeyûm şermezar kirin. Disa bi drûşmeyan bertekên xwe anîn ziman. Polîsan bi bombeyên gazê mudaxale kir û Endama Meclisa Şaredariyê Hamdin Bozkurt bi ledanê binçavkir. Koma din jî derbasî avahiya HDP'ê ya Navçeya Bîsmilê bûn. Dorpêçt didome.
Li navçeya Karazê jî polîsan avahiya Şaredariya Karazê dorpêç kirin û li avahiya şaredariye legerîn kirin. Polîs destûr nadin ku kes têkevin avahiyê û dorpêça avahiyê didome. Piştî Qeymeqamê Karazê Yasîn Yunak qeyûm tayînî şaredariyê kirin, Yunak derbasî avahiya şaredariyê bû.