DÎLOK – Li Dîlokê parêzer Şih Mehmet Kurtoglu got: “Dozgerên ‘cengawer’ ku ji ber tiştên ne tiştî li welatiyên xwe lêpirsîn didin destpêkrin, ez li bendê me ku derbarê Trump de jî lêpirsîn bidin destpêkirin.”
Serokê Dewleta Amerîkayê Donld Trump di 9’ê Cotmehê de ji Serokkomarê AKP’yî Recep Tayyîp Erdogan re nameyek şandibû. Trump di nameyê de ji Erdogan re gotibû “Xwe bêfam neke.” Parêzer Şih Mehmet Kurtoglu yê endamê Baroya Dîlokê ye diyar kir ku gotina “Xwe bêfam neke” a Trump ku ji Erdogan re şandiye naveroka wê “Heqereta li dijî Serokkomar e” û dozgerên ji ber tiştên ne tişt lêpirsîn li welatiyan didin destpêkirin û divê dozger ji bo vê nameyê jî bikevin tevgerê.
Kurtoğlu da zanîn ku tenê li Dîlokê bi ser hezarî re lêpirsîna “Heqaretî Serokkomar kirine” hatine destpêkirin û ji ber Trump jî heman “sûcî” kiriye derbarê Trump de gilî kiriye. Kurtoglu got: “Dozgerên ‘cengawer’ ku ji ber tiştên ne tiştî li welatiyên xwe lêpirsîn didin destpêkrin, ez li bendê me ku derbarê Trump de jî lêpirsîn bidin destpêkirin.”