ŞIRNEX - Bûyera ku ji aliyê çapemeniya alîgir ve weke "Li Qilebanê PKK'ê êrîşî karkeran kir" hatibû servîskirin, derew derket û derket holê ku kesên di êrîşê de birindar bûne leşker û cerdevan in.
Di 20'ê mehê de li bejahiya gundê Roboskî yê navçeya Qilebanê ya Şirnexê li dijî wesayîtekî bi roket êrîş pêk hatibû. Di êrîşê de gelek kes birîndar bûbûn û rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Qilebanê û paşê ji vir jî rakiribûn nexweşxaneya li 23'emîn Fermandariya Tumena Piyade ya li navenda Şirnexê. Buyer, di çapameniya alîgir de weke "Li Şirnexê li dijî karkerên daristanê êrîşa roketê" û "PKK'ê êrîşî karkerên daristanê kir" hat serwîskirin. Buyer, ji aliyê hin rojnameyan ve di manşetê de hatibû dayîn. Di hin rojnameyan de hejmara birîndaran weke 6 û di hinekan de jî weke 4 kesan hatibû ragihandin.
Şaredarê Bajaroka Hîlalê Cevher Benek ê AKP'î ku birîndaran ziyaret kir, li ser hesabê xwe yê medya civakî ji bo kesên ku birîndar bûbûn angaşt kir ku gundiyên ku çûne berhevkirina êzangan e.
Lê piştî demeke derket holê ku kesên navê wan di nûçeyan de nayê dayîn leşker û cerdevan in. Agahî, piştî bûyerê rojekê, li ser malpera înternetê ya Qaymeqamiya Qilebanê cîh girt. Di parvekirina li ser hesabê medaya civakî yê Qaymeqamiya Qilebanê de ev agahî hat dayîn: "Ziyareta leşker û cerdevanên ku li Roboskiyê birîndar bûbûn. Qeymeqamê navçeya me Br. Ahmet Solmaz, li Nexweşxaneya Tumenê ya Şirnexê, serdana leşker û cerdevanên ku di encama êrîşa PKK'ê de li Roboskiyê birîndar bûbûn, kir. Br. Solmaz ku di di cih de peywirdarên ewlehiyê yen birîndar bûbûn ziyaret kir, bi xizmên birîndaran re hevdîtin pêk anî û ji rayedarên nexweşxaneyê têkildarî rewşa birîndaran agahî wergirt."