ENQERE - Li Girtîgeha Tîpa E ya Amasyayê, ji ber bi kurdî 3 name nivîsandine, îdareya girtîgehê 180 TL pere ji girtî Fethî Yaşa xwest.
Di dema Darbeya Leşkerî ya 1980'yî de li Girtîgeha Leşkerî ya Amedê, dirûşmeya "Bi tirkî biaxive pir biaxive" li girtiyan dihat ferzkirin. Niha jî li Girtîgeha Tîpa E ya Amasyayê tiştekî bi vî rengî qewimiye. Girtiyê bi navê Fethî Yaşa, di meha Sibatê de bi kurdî 3 name şandine. Lê belê îdareya girtîgehê fatûreyeke 180 TL daye ber Yaşa. Ji ber ku name bi kurdî hatine nivîsandin, îdareya girtîgehê ji bo wergêr serê nameyê 60 lîre ji Yaşa xwestiye. Girtîgehê di 22'yê Tîrmehê de teblîxat ji Yaşa re şandiye.
Ji ber vê Yaşa li Girtîgeha Cezayê Giran a 2'yan îtiraz kir. Yaşa, di îtiraza xwe de bilêv kir ku bi salan e bi kurdî nameyan dinivîsîne û dişîne û nameyên bi kurdî jê re tên, lê belê cara ewil e bi tiştekî bi vî rengî re rû bi rû maye û bal kişand ser zimanê xwe yê zikmakî.
Lê belê Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Amasyayê, di biryara xwe de diyar kir ku biryara hatiye girtin di cî de ye û îtiraza Yaşa red kir. Yaşa, ragihand ku ew ê serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) bide.
MA / Berivan Altan