MÊRDÎN - Careke din qeyûm tayînî Şaredariya Nisêbînê ya HDP'ê hat kirin. Di 3 salên qeyûm de, navçe heta qirikê di nav toz û heriyê de ma, Bîrdariya Newrozê hat rûxandin, navê parkan hatin guherandin û 32 milyon deynê şaredariyê çê bû.
HDP'ê, di hilbijartina 31'ê Adarê de li Nisêbîna Mêrdînê 77.4 ji sedî deng girtibûn û bi ser ketibû. Lê belê di 17'ê Cotmehê de hevşaredarên Nisêbînê Semîre Nergîz û Ferhat Kût hatin girtin û paşê qeyûm tayînî şûna wan hat kirin. Wezareta Karên Navxweyî, qeymeqamê navçeyê Mehmet Balikçilar tayîn kir.
HEVŞAREDAR KAYA HÎN JÎ GIRTIYE
Beriya hilbijartina 31'ê Adarê, şaredarî nêzî 3 salan di destê rêveberiya qeyûm de bû. Di 11'ê Îlona 2016'an de qeyûm tayînî Şaredariya DBP'î hatibû kirin û hevşaredar Sara Kaya û Cengîz Kok jî hatibûn girtin. Hevşaredar Kok piştî demekê hatibû berdan, lê Kaya hîn jî girtiye.
RÊ DI NAV TOZ Û HERIYÊ DE MAN
Di sala 2016'an de gava qeyûm hatibû tayînkirin avahiya şaredariyê bi blokên betonî û wesayîtên zirxî hatibû dorpêçkirin. Paceyên odeya meqamê bi camên gul nikarin tê re biçin hatibûn çêkirin û her wiha li şûna karkerên ji kar hatibûn avêtin jî AKP'î hatibûn bicihkirin. Di sê salan de tenê di bin navê "xizmetê" de asfalt hatibû rijandin. Nexasim zivistanê rê di nav heriyê û havînan jî di nav tozê de diman.
BÎRDARIYA NEWROZÊ HAT RÛXANDIN
Li navçeyê ji bo bîranîna 16 kesên di Newroza 1992'yan de jiyana xwe ji dest dabûn Bîrdariya Newrozê hatibû çêkirin, lê belê qeyûm bîrdarî rûxandib
û û li şûna wê kûleyeke saetan çê kiribû. Her wiha qeyûm li navçeyê navê gelek parkan jî guherandibû.
Piştî di hilbijartina 31'ê Adarê de HDP careke din li navçeyê bi ser ket, tiştên qeyûm di 3 salan de xerc kirine bi gel re hatin parvekirin. Derketibû holê ku qeyûm wesayîtek bi 149 hezar û 500 lîreyî ji qaseya şaredariyê kiriye û hîbeyî emniyeta navçeyê kiriye û avahiya navenda ciwanan jî ji bo 25 salan tahsîsî Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî ya Navçeyê kiriye.
Her wiha qeyûm avahiyên şaredariyê yên xizmetê yên li taxa Kertwên, Girê Mîra û Stilîlê jî ji bo 2 salan tahsîsî midûriyeta perwerdehiyê kiribû. Ji xeynî vê qeyûm 32 milyon deyn xistibû stuyê şaredariyê.