* Siyasetzan Dr. Zafer Fehmî Yoruk ku qewimînên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxandin, ji bo DYA'yê got, li pêyî armanceke stratejîk e û dixwaze ji Rûsyayê re ji dêvla baxçeyekî gulan, baxçeyekî bi distrî, artêşa tirk û artêşa cîhadîst, bihêle.
* Siyasetmedarê Kurd Hatîp Dîcle, bal kişand ser êrîşên Tirkiyeyê yên di 9'ê Cotmehê de li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pêkir û wiha got: "Ev dîrok ne tesadufî ye. Ev berdewama komploya navdewletî ye. Bi vê yekê dixwazin Şoreşa Rojava ya di pênengiya stratejisî û paradigmaya Ocalan de pêş ket tasfiye bikin. "
* Ji ber krîza aborî, di 3 salên dawî de li Sîteya Komirvanan nîviyê esnafan dikanên xwe girtin. Komirvanan, bilêv kir ku wê êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, krîza aborî kûrtir bike.
* Endamên Piştevaniya Jin a Sûltangaziyê, bi derameta ku ji konserveyên çê dikin dixwazin komeleyekê ava bikin.
* Girtiyên li Girtîgeha Jimare 2 a Tîpa T a Osmaniyeyê, nameyek ji ÎHD'ê re şandin û bal kişandin ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehê.
* Careke din qeyûm tayînî Şaredariya Nisêbînê ya HDP'ê hat kirin. Di 3 salên qeyûm de, navçe heta qirikê di nav toz û heriyê de ma, Bîrdariya Newrozê hat rûxandin, navê parkan hatin guherandin û 32 milyon deynê şaredariyê çê bû.
* Mêrga ku şêniyên Taxa Kamişli ya navçeya Nîzîpê, heywanên xwe li diçêrandin, Şaredariya Bajarê Mezin a Dîlokê ew daxilî nav projeya darlêdanînê kir. Şêniyên taxê xwestin proje bê betalkirin û gotin: "Em debara xwe tenê bi sewalvaniyê dikin û di destê me de jî tenê ev mêrg heye."
* Li Girtîgeha Tîpa E ya Amasyayê, ji ber bi kurdî 3 name nivîsandine, îdareya girtîgehê 180 TL pere ji girtî Fethî Yaşa xwest.
* Parêzer Rezan Sarica ku di 5 hevdîtinên dawî de çû Îmraliyê û hevdîtin bi Ocalan re çê kir, destnîşan kir ku Ocalan, ji destpêkê ve bi bangawaziyên xwe tiştên dê li Sûriyeyê biqewimin raber dikir û got: "Birêz Ocalan dixwest pêşî li ber vê bigire, lê belê dewletê di polîtîkayên neçareserkirinê de israr kir."
* Danişîna doza Midûrê Karên Nivîsan a Rojnameya Yenî Yaşamê Osman Akin, dê li 28'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (09.30)
* Danişîna doza 46 rojnamegerên Kurd ên ji "Doza Çapemeniya KCK'ê" tên darizandin dê li 3'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (10.00)
* Platforma Jinan a Edeneyê dê bi şîara "Em dest ji jiyana xwe û mafê xwe bernadin" dê li Parka Abidin Dino daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.30)