AMED/WAN - Piştî hevşaredarên HDP'yî yên Peyas, Bismil, Karaz û Erdîşê hatin binçavkirin, qeymeqamên navçeyan wek qeyûm tayînî şaredariyan hatin.
Serê sibê qeyûm tayînî Şaredariya Peyasê ya Amedê kirin. Polîsan duh Hevşaredara Peyasê Kezban Yilmaz binçavkirin. Îro jî polîsan avahiya şaredariyê dorpêç kirin û qeyûm tayîn kirin. Polîsên ku avahiya şaredariyê dorpêç kirin destûr nedan ku endamên meclîsê, Parlamentera HDP'ê Dersim Dag û rêveberên HDP'ê têkevin avahiya şaredariyê. Dorpêça polîsan a şaredariyê didome.
Qeyûm tayînî şûna Hevşaredarê Bismilê Orhan Ayaz û Hevşaredara Karazê Rojda Nazlier ên ji duh ve di binçavan de ne jî hat kirin. Hat ragihandin ku qeymeqamê navçeyan wek qeyûm hatine tayînkirin. Her du şaredarî jî ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin û nahêlin kes nêzî şaredariyan bibe.
QEYÛM TAYÎNÎ ŞAREDARIYA ERDÎŞÊ JÎ KIRIN
Hevşaredarên Navçeya Erdîşê Yildiz Çetîn û Bayram Çîçek ji 15'ê cotmehê ve di binçavan de ne û hêj îfadeyên wan nehatine girtin. Vê sibehê bi biryara wezaretê Qeymeqamê Navçeyê Nurî Mehmetbeyoglu wek qeyûm tayînî şaredariya Erdîşê hat kirin.