DMME'yê biryar da, lê dozger biryar neda

  • rojane
  • 09:00 21 Cotmeh 2019
  • |
img

AMED - Girtiyê nexweş Nîmet Deyîş yê 62 salî, 27 salin girtî ye û heta niha li 10 girtîgehan maye. Nîmet Deyîş li Girtîgeha Turkoglu girtî ye, keç û kurê wî jî li Amedê girtî ne. Piştî biryara DMME'ê li gel ku malbatê 2 meh berê serî li dozgeriye dan jî hêj dozgeriyê bersîv nedaye. 

Ji malbata Deyîş a ji Farqîna Amedê 3 kes girtî ne. Bav Nîmet Deyîş ê 62 salî, 27 sal û 4 meh in girtî ye û niha li Girtîgeha Tîpa L a Turkoglu ya Mereşê tê girtin. Heta niha li 10 girtîgehan girtî maye. Li gel nexweşiyên fitiqa piştê û stu, faranjît, prostat, gurçik, mîde, û gelek nexweşiyên din pêre hene jî nayê berdan.  Keça Nîmet Deyîş Ferîhe Deyîş 9 meh berê hat girtin. Piştî 9'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê 3 sal û 45 roj cezayê girtîgehê û 13 hezar tl cezayê pereyan lê birî û dadgeha bilind ceza erê kir; Ferîhe Deyîş hat girtin û niha li Girtîgeha Amedê girtî ye. Dîsa Kurê Nîmet Deyîş Wedat Deyîş di 15'ê Tebaxê de di serdegirtina malê de hat girtin û 2 meh û 5 rojin girtî ye. 
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) biryar da ku kesên li Dadgehên Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) hatine darizandin 'Bi awayekî adîl nehatine darizanin' û xwest ji nûve bên darizandin. Piştî biryara DMME'ê ya ji bo darizandina DGM'ê rêya berdanê li pêş gelek girtiyan hat vekirin. Heta niha hin girti hatin berdan. Lê girtiyê nexweş Nîmet Deyîş ku tevî nexweşiyên xwe 27 salin girtî ye; li gel malbatê 2 meh berê serî li dozgeriyê da jî heta niha dozgeriyê tu bersîv nedaye malbatê.
 
Hevjîna Nîmet Deyîş, Sultan Deyîş diyar kir ku dema li Navçeya Farqînê bûn hevjînê wê hat binçavkirin û piştî 40 rojan rastî îşkenceya giran hat, ew girtin û şandin Girtîgeha Amedê. Deyîş, bibîr xist ku ew ji ber zilma endamên hîzbûllahê neçar man ku koçî Amedê bikin û wiha got: "26 sal berê me ji ber zilm û zextên hîzbûllahê koçî Amedê kir. 26 salin em li Taxa Îplik a Amedê dijîn. Hevjînê min Nîmet dema li zindana Amedê bû rastî êrîşên gardiyanan hat. Wê demê serê wî û milê wî şikandin. Bi wî halî şandin Girtîgeha Dîlokê. Piştre şandin girtîgehên Amasya, Bolu, Şirnex, Wan, Erzirom, Semsûr, Ordû û Turkoglu. Niha 4 mehin li girtîgeha Tîpa L a Turkoglu ya Mereşê girtî ye."  
 
JI BO HEVDÎTINÊ DI 3 LÊGERÎNAN RE DERBAS BÛN 
 
Sultan Deyîş, destnîşan kir ku heta niha li gelek girtîgehan geriyan û çûn ziyareta hevjînê xwe, lê wekî vê girtîgehê zext û tundiya li ser girtiyan nedît û wiha axivî: "Di serê meha îlonê de ez û zarokên xwe çûn hevdîtina vekirî. Heta em çûn salona hevdîtinê em di 3 nokteyên lêgerinê re derbas bûn. Li salona hevdîtinê destûr nedan girtî bi malbatên din re hevdîtin bikin. Ji ber Nimet xwest bi destê malbatên din bigire û slavê bide wan li pêş çavê zarokên min rastî êrîşê hat. Li Girtîgeha Turkoglu, li şûna gartiyanan Tîmên Taybet hatine peywirdarkirin. Bi taybet hatine peyvirtarkirin. Ji mere gotin heta niha we girtîgeh nedîtine. Hêj nû hûnê girtîgehê bibînin û bal kişandin ser şertên girtîgehê. Zext û tundiye pir dijwar li ser girtiyan heye." 
 
ROJNAME Û PIRTÛKAN NADIN GIRTIYAN 
 
Deyîş, anî ziman ku dema Nîmet ji Orduyê anîn Girtîgeha Turkoglu hemû alav, pirtûk û nivîsên wan desteser kirin û tenê cilên li ser wan hiştin û wiha got: "Hemû eşyayên wan ji wan stendin. Niha di bin tecrîda giran de ne. Radyo û pirtûk ji wan stendine. Rojnameyan nadin wan. Tenê dikarin kanalên televizyonê yên nêzî îktîdarê temaşe bikin. Wekî din qet agahiya wan ji derve çênabe. Li gel nexweşiyên giran jî nayê berdan. Dîsa li gel ku 2 meh berê me serî li dozgeriyê, ÎHD û Wezareta Dadê jî dan, hêj bersîvek nehatiye. Em dixwazin hemû girtiyên nexweş  bên berdan. Em dixwazin ji biryara DMME'ê sûdê bigire û bê berdan." 
 
 
 
 
 

Sernavên din

21/10/2019
14:25 Li Dêrikê piştî pevçûnê qedexeya derketina kolan hat îlankirin
14:13 Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Esper: Dibe ku komeke leşkerên Amerîka li Sûriyeyê bimînin
14:01 Dosyeya hevşaredarên hatin binçavkirin sînordar kirin
13:43 Polîsan êrîşî girseya li pêş Şaredariya Peyasê kom bûn kir
13:42 Ji TJA'yê banga yekitiya neteweyî
13:29 24 siyasetmedar piştî 12 rojan sewqî edliyê kirin
13:24 Dadgehê cezayê muebetê li Kujerê Emîne Bulut birî
13:09 Rêdûr Xelîl: Ji bo ku agirbest mayînde bibe em ê heya rêya M4 hêzên xwe vekişîn in
12:42 Rojnameger ji Şaredariya Peyasê derxistin û derî girtin
12:24 Xwendekarên Zanîngeha Anadolu ya Eskîşehîrê, kantînê boykot dikin
12:10 Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê: Em ji bo tiştên ku li Sûriyeyê dibin bi fikar in
12:04 ‘Di 3 salên dawî de 51 hezar û 818 zarokên biyanî li Tirkiyeyê rastî îstîsmarê hatin'
12:01 Polîs li ber odeya hevşaredariyê ya kilîtkirî nobetê digirin
11:42 Li Avûstûryayê rojnameyan rûpelên xwe yên yekemîn reş kirin
11:28 Maas: Êrîşa li yekîneyen kurd ne meşrû ye
11:03 Li Rihayê 30 kes hatin girtin
10:28 Komîteya Perwerdeyê: Di êrîşan de 22 zarokan jiyana xwe ji dest da
10:01 Mazlum Ebdî: Tirkiye neçare ku derkeve
09:40 Li Dêrikê pevçûn: Leşkerek jiyana xwe ji dest da
09:39 ÎHD: Li girtîgeha Turkoglu îşkenceyê li girtiyan dikin
09:10 Girtiyan bêyî agahiya malbatan sewq dikin
09:06 'Polis xwest bi bataniyê bifetisîne'
09:06 Hunermend: Li dijî şer ne dema bêdengiyê ye, dema qêrînê ye
09:04 ‘Qeyûm êrîşa li dijî vîna gel e'
09:03 Parêzerê Kadirova Ozturk: Şika cînayetê heye
09:03 ‘Dibêjin ez polîs û gefan dixwin'
09:01 Jinên Nisêbînî: Ji bêhna me jî bêzar dibin
09:00 DMME'yê biryar da, lê dozger biryar neda
09:00 ROJEVA 21'Ê COTMEHA 2019'AN
07:54 Polîsan Hevşaredarên Amed, Peyas, Karaz û Bismilê binçav kirin
20/10/2019
22:49 Bi hezaran Kurd û dostên Kurdan li Londonê êrîşa Tirkiye şermezar kirin
22:32 Aligirên St Paûlî pankarta 'Bijî Rojava' vekirin
22:25 Dijberên şer li turbînan li dijî wer qerîyan
22:16 Forma Teewese piştgirî da gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê
20:07 Xwendekarên Germiyan berhemên Tirkiyeyê boykot kirin
20:01 Xelkê Teqteq piştgirî da Berxwedana Rojava
19:51 Kîno Gabrîel: Me li gorî lihevkirinê hêzên xwe ji Serêkaniyê vekişandin
18:46 Bi hezaran li dijî êrîşên Tirkiyeyê meşiyan
17:05 Bozgeyîk: Em ê li dijî şer aştiyê biparêzin
17:04 Sewqîyata tangan a sînorê Serêkaniyê didomin
16:58 Şêniyên Kobanê: Em dagirkeriyê qebûl nakin
16:30 Asya Abdullah: Ger em bibin yek, emê vê dagirkeriyê vale derxîn in
16:27 MSD’ê sûcê ku TSK'ê li dijî Kurdan kiriye aşkere kir
16:26 Polîsan parlamenterên HDP'ê wiha dorpêç kir
15:49 Dozger dosyeya Yaşli yê li nexweşxanê ji ber ku bi kurdî axivî rastî êrîşê hat, girt
15:46 McGurk: 40 Hezar DAIŞ'î di Tirkiyeyê re derbasî Sûriyeyê bûn
15:28 QSD’ê bîlançoya 24 saetên dawî eşkere kir
15:27 Li Êlihê daxuyaniya ‘li dijî şer’: AKP wê ji têkçûyînê xelas nebe
15:11 'Komxebata di Rejîmên Zordest de Mafên Mirovan û Hiqûq' bi dawî bû
14:44 Xelîl: Divê NY ewlehiya herêmê pêk bîne
14:36 Foza Yûsîf: Divê şandeyek serbixwe ya navneteweyî çekên kîmyewî lêkolîn bike
14:14 Dogan li kolanek Londonê wêneyê Berxwedana Rojava xêz kir
14:10 Hevserokê ESP'ê: Endamên me rastî tacîzê hatin
12:02 Gelê Rojhilat ji bo gelê Rojava derdikevin kolanan
11:29 Desteya Tendirûstî: 235 sivîl hatin kuştin
11:04 Komîteya Kampanya 'Em hemû Rojava ne' dê alîkariyê bişînin Rojava
10:31 Lemkow: Zextên li ser Kurdan dişibe zextên li ser Katalanan
10:30 Temellî: Divê êdî Tirkiye QSD’ê bike muxatabê xwe
09:57 Polîsan derdora avahiya HDP’ê dorpêç kirin: Ketin û derketin girtin
09:50 Prz. Kuzu: Girtina hevşaredaran polîtîkaya boyaxkirinê ya qeyûm e
09:48 Malbata Sîncar ê di teqîna Nisêbînê de mir: Em ji mirinan re bêjin êdî bes e
09:04 Turk: Guherandina demografiyê wê agirbestê bêwate bike
09:03 Derhênerê fîlmê 'Gorulmuştur': Tirkiye bûye girtîgeh
09:03 Ji walîtî û qeymeqamtiya navçeyê ji bo 'xisara' çê bûye 100 hezar TL hat xwestin
09:01 Nûnerên sendîkayan: Bi şer ser krîza aborî tê girtin
09:00 ROJEVA 20'Ê COTMEHA 2019'AN
19/10/2019
22:28 Meclîsa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê: Bila korîdora insanî bê vekirin
17:18 Heyva Sor a Kurd: Tirkiye mudaxaleya birîndaran asteng dike
17:17 Xwestin girtiyê astengdar were berdan
17:16 Xwendekaran êrîşên li dijî Rojava şermezar kirin
16:41 Li aqûbeta Cemîl Kirbayir pirsîn
16:13 Gelê Reqa bang li NY'ê kir: Birindarên Serêkaniyê rizgar bikin
15:58 Mudaxileyî daxuyaniya HDP’ê ya Enqerê kirin
15:50 ‘Li şûna şer bila aştî pêk were’
15:46 'AKP li şûna Kurdan dixwaze bibe cîranê DAIŞ'ê'
15:35 Rojnameger Ozlem Oral binçav kirin
15:23 Di ‘Rûniştina F’ de xwestin Gulîstan Abdo bê berdan
15:22 Xizmên windayan: Vîna gel hat desteserkirin
15:15 Li gorî rapora muayeneyê Hevrîn Xelef bi îşkenceyê hatiye kuştin
15:13 Platforma Ked û Demokrasiyê: Divê pirsgirêk bi diplomasiyê çareser bibin
15:04 Îtîraza Mizrakli hat redkirin
14:40 Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê: Rayedarên rûs bi Esad re hevdîtin pêk anîn
14:36 Alpay: Divê li dijî stratejiya şer, stratejiya aştiyê bê pêşxistin
14:31 Ji Serêkaniyê ‘dengê çekan’ qet kêm nabû
14:22 Berê xwe da dorpêçê û got: 24 sal in gotinên min neqediyane
14:19 Dema qeyûmên Wan û Merdînê hat dirêjkirin
13:57 Bi deh hezaran li Kolnê ji bo Rojava dimeşin
13:40 'Divê Sûriye ji gelên Sûriyeyê re bê hiştin'
13:33 Çaksu: Tirkiye amadekariya êrîşeke mezin dike
13:32 Zarokê 15 salî di nava 3 mehan de 3 caran hat binçavkirin
12:51 'Divê zagona înfazê bê guhertin û ATK tenê ne erkdar be'
12:19 Kolektîfa Greva Jinan a Swîsreyê: Li şoreşa Rojava xwedî derkevin
12:06 Sewqiyeta wesayîtên zirxî ya li ser sînor dewam dike
11:33 Polîsan bi ser mala Botan, Demîrbaş û Baysal de girtin
10:40 Bulbul: Heta bi temamî dagirkerî neyê qedandin çareserî pêk nayê
10:19 7 kesên li Wanê hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:18 Wezaretê ji bo parastina 'qeyûm' hiqûqê tehrîf kir
10:18 Dr. Cengîz Guneş: Tirkiye sûcê şer dike
10:09 Bi newayên Mezopotamya û Anatoliyê derketin ser dikê
10:07 Nisêbîniyan: Em şer jî û qeyûm jî naxwazin