MSD’ê sûcê ku TSK'ê li dijî Kurdan kiriye aşkere kir

  • rojane
  • 16:27 20 Cotmeh 2019
  • |
img
QAMIŞLO - Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) bi civîneke çapemeniyê sûc û binpêkirinên ku TSK'ê û hêzên çekdar ên Tirkiyeyê li dijî gelê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anîne, bi wêne û belge nîşan da û bang li şandina şandeyên pispor kir ku sûcên ku hatine belgekirin.
 
Meclîsa Sûriye Demokratîk (MSD) civîneke çapemeniyê li Parka Xwendinê ya Çandê ya bajarê Qamişlo bi beşdariya gelek dezgehên çapemiya herêmî û erebî li dar xist. Hevseroka MSD’ê Emîne Umer daxuyaniya sûc û binpêkirinên ku dagirkeriya Tirk kirine, xwend.
 
Nûnerên partiyên siyasî yên di bin banê MSD’ê de tevlî civîna çapemeniya bûn. Komê di civînê de wêneyên Sekretera Giştî ya Partiya Sûriyê ya Pêşerojê Hevrîn Xelef û kesên di êrîşên balafirên Tirkiyeyê  de jiyana xwe ji dest dan û birîndarên bi çekên qedexekirî, hildan.
 
Dauxyaniya MSD’ê wiha ye:
 
"Di 17’ê vê Cotmehê de ji aliyê DYA’yê ve ku navbeynkarî di navbera artêşa Tirk û QSD’ê kiriye, agirbest hat ragihandin. Pêkanîna ragihandina agirbestê ji saeta 22:00'an dest pê kir û bi dema 120 saetan e. Tevî ragihandina QSD’ê ya pêkanîna agirbestê û sekinandina şer li eniyên Serêkaniyê û Girê Spî, lê dewleta Tirk a dagirker neskinî û bajarê Serêkaniyê hê jî dorpêçkirî ma. Her wiha jî dewleta Tirk a dagirker nehişt birîndarên li nexweşxaneyê bên derxistin û ta niha jî nihişt kesek jî ji bajêr derkeve.
 
Der barê nîqaşa avakirina herêma ewle û binpêkirinên ku artêşa Tirkiyê ji têkbirina ewlehiya gelan û rûmeta wan de, rastî şermezarkirineke herêmî û cîhanê hat. Komkujiyên bi mafên sivîl, hedefgirtina ewle û aramiya herêmê de pêk tên, piştrast dikin ku Tirkiyê hewl dide şêniyên resen koç bike û demografiya herêmê biguhere. Êrîşa leşkerî ya Tirkiyê ku ji 9’ê Cotmehê ve bi bihaneya avakirina herêma ewle li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, gelek wêrankirin, talankirina malên şêniyên herêmê, hedefgirtina binesaziyê ji stasyonên kehrebê, avê û firan, bi xwe re anîn. Li rexê jî qurbaniyên vê êrîşa dijminatî heta şeva berê 235 şehîdên sivîl, jê 22 zarok in û 677 birîndar hene. Piranî birîn giran in. Raporên tenduristiyên îşaret pê dikin ku hin rewşên şewatê hene ku ne nas in, divê ji aliyên navdewletî yên pispor bi çekên qedexekirî ve bên lêpirsînkirin. Balafir û topavêjên Tirkiyê bê ser û ber gund, bajarok û bajar hedef girtin. Bi wê re jî karaseteke mirovî pêk hat. Heta niha nêzî 300 hezar şênî ji gund, bajarok û bajarên xwe bi sedema wan êrîşên bê ser û ber koçber bûne û di rewşên pir dijwar re derbas dibin. Lê rêxistinên navdewletî piştî êrîşên dewleta Tirk tevahî karmendên xwe vekişandin. Rêxistina Efû ya Navdewletî di rapora xwe ya 18.10.2019’an de belav kiriye piştrast kir ku li gel wan agahiyên bi belge hene ku tiştên ku artêşa Tirkiyê û çeteyên girêdayî wê pêk anîne, sûcên şer in.
 
Şeva berê tîmên girêdayî Xaça Sor a Navdewletî û Heyva Sor a Ereb bi hevkariya Heyva Sor a Kurd 37 birîndar tenê ji bajarê Serêkaniyê li gel 7 şehîdên ku jiyana xwe di encama dorpêçê de dane, derxistin. Ew jî piştî daxwaza vekirina korîdora mirovî ku bigihîjin nexweşxaneya bajêr. Lê korîdora mirovî careke din hate girtin û hê jî bi dehan sivîlên birîndar li bajêr asê mane, hene.
 
Hin nav, wêne û belgeyên sûcên ku bi mafên sivîlên ewle de pêk hatine ev in:
 
-Zaroka bi navê Sara Husên. Di dîroka 10.10’an bi sedema topa topavêja ku taxa Qidûr Beg a Qamişlo hatiye hedefgirtin, lingê wê qut bû.
 
-Mihemed Yûsiv Husên . Di dîroka 10.10’an ku birayê zaroka bi navê Sara ye bi topa ku taxa Qidor Beg a Qamişlo hadef girtiye, şehîd bû.
 
-Mihemed Hemîd Umer(13) di dîroka 15.10’an de li Serêkaniyê bi gûmana çeka qedexekirî birîndar bû.
 
-Gundê Zirganê yê Serêkaniyê di 16 meha 10`an de hate bombebarankirin.
 
-Gundê Mişrafê yê Serêkaniyê. Balafirê Tirkiyê di 18.10.2019’an bombebaran kir û cenaze ji bin kavilan hatin rakirin.
 
-Di 16.10.2019’an zarokek li Serêkaniyê bi çekeke ku tê payîn qedexekirî, şewitî.
 
-Bombebarana li nêzî Eyn Îsa ya 17.10.2019’an
 
Em spasiya raya giştî ya cîhanê û civaka navdewletî û her kesê li dijî vê dijminatiyê sekiniye, dikin. Her wiha jî bang li civaka navdewletî û rêxistinên mirovî dikin:
 
-Bi erkên xwe der barê vê karaseta mirovî rabin û tevahî bergiriyên fişarê yên rawestandin û bidawîkirina dagirkeriya Tirk, pêk bînin.
 
-Çavdêrên navdewletî bi hedefa parastina ragihandina agirbestê demkî, bişînin. Her wiha da ku bibe daîm a vekişîna bi temamî ya artêşa Tirk a ku bi çeteyên girêdayî wê re sûcên qirkirinê bi mafên sivîlan de pêk anîne û milkên şêniyan talan kirine.
 
-Şandina şandeyên pispor da ku sûcên bibelgekirî û yên ku raporên Rêxistina Efû ya Navdewletî(Amnesty) weşandine, lêpirsîn bike.
 
-Diyarkirina berpirsiyarên komkujiyan û sûcdarê  kuştina şehîd Hevrîn Xelef û gelek sivîl û çalager de pêk anîne. Her wiha bang li pêşkêşkirina dadgeha navdewletî dikin ku bi taybet êdî dizanin ku dîmenên sûcan bi rêya çapemeniyê hatine belavkirin.
 
­-Vekirina korîdora mirovî ya daîm li Serêkaniyê.
 
-Bang li rêxistinên navdewletî dikin ku ji nû ve karmendên xwe bişîne û berpirsiyarê li hember 300 hezar koçber be.
 
Li dawiyê, berxwedana qehremanên di eniyên şer de ku li hember dagirkeriyê li ber xwe didin silav dikin û piştrast dikin ku bi biryara wan a berdewama berxwedanê heta rizgarkirina tevahî xaka Sûriyê ji dagirkeriya Tirkiyê, ne."
 
 
 
 

Sernavên din

21/10/2019
14:25 Li Dêrikê piştî pevçûnê qedexeya derketina kolan hat îlankirin
14:13 Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Esper: Dibe ku komeke leşkerên Amerîka li Sûriyeyê bimînin
14:01 Dosyeya hevşaredarên hatin binçavkirin sînordar kirin
13:43 Polîsan êrîşî girseya li pêş Şaredariya Peyasê kom bûn kir
13:42 Ji TJA'yê banga yekitiya neteweyî
13:29 24 siyasetmedar piştî 12 rojan sewqî edliyê kirin
13:24 Dadgehê cezayê muebetê li Kujerê Emîne Bulut birî
13:09 Rêdûr Xelîl: Ji bo ku agirbest mayînde bibe em ê heya rêya M4 hêzên xwe vekişîn in
12:42 Rojnameger ji Şaredariya Peyasê derxistin û derî girtin
12:24 Xwendekarên Zanîngeha Anadolu ya Eskîşehîrê, kantînê boykot dikin
12:10 Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê: Em ji bo tiştên ku li Sûriyeyê dibin bi fikar in
12:04 ‘Di 3 salên dawî de 51 hezar û 818 zarokên biyanî li Tirkiyeyê rastî îstîsmarê hatin'
12:01 Polîs li ber odeya hevşaredariyê ya kilîtkirî nobetê digirin
11:42 Li Avûstûryayê rojnameyan rûpelên xwe yên yekemîn reş kirin
11:28 Maas: Êrîşa li yekîneyen kurd ne meşrû ye
11:03 Li Rihayê 30 kes hatin girtin
10:28 Komîteya Perwerdeyê: Di êrîşan de 22 zarokan jiyana xwe ji dest da
10:01 Mazlum Ebdî: Tirkiye neçare ku derkeve
09:40 Li Dêrikê pevçûn: Leşkerek jiyana xwe ji dest da
09:39 ÎHD: Li girtîgeha Turkoglu îşkenceyê li girtiyan dikin
09:10 Girtiyan bêyî agahiya malbatan sewq dikin
09:06 'Polis xwest bi bataniyê bifetisîne'
09:06 Hunermend: Li dijî şer ne dema bêdengiyê ye, dema qêrînê ye
09:04 ‘Qeyûm êrîşa li dijî vîna gel e'
09:03 Parêzerê Kadirova Ozturk: Şika cînayetê heye
09:03 ‘Dibêjin ez polîs û gefan dixwin'
09:01 Jinên Nisêbînî: Ji bêhna me jî bêzar dibin
09:00 DMME'yê biryar da, lê dozger biryar neda
09:00 ROJEVA 21'Ê COTMEHA 2019'AN
07:54 Polîsan Hevşaredarên Amed, Peyas, Karaz û Bismilê binçav kirin
20/10/2019
22:49 Bi hezaran Kurd û dostên Kurdan li Londonê êrîşa Tirkiye şermezar kirin
22:32 Aligirên St Paûlî pankarta 'Bijî Rojava' vekirin
22:25 Dijberên şer li turbînan li dijî wer qerîyan
22:16 Forma Teewese piştgirî da gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê
20:07 Xwendekarên Germiyan berhemên Tirkiyeyê boykot kirin
20:01 Xelkê Teqteq piştgirî da Berxwedana Rojava
19:51 Kîno Gabrîel: Me li gorî lihevkirinê hêzên xwe ji Serêkaniyê vekişandin
18:46 Bi hezaran li dijî êrîşên Tirkiyeyê meşiyan
17:05 Bozgeyîk: Em ê li dijî şer aştiyê biparêzin
17:04 Sewqîyata tangan a sînorê Serêkaniyê didomin
16:58 Şêniyên Kobanê: Em dagirkeriyê qebûl nakin
16:30 Asya Abdullah: Ger em bibin yek, emê vê dagirkeriyê vale derxîn in
16:27 MSD’ê sûcê ku TSK'ê li dijî Kurdan kiriye aşkere kir
16:26 Polîsan parlamenterên HDP'ê wiha dorpêç kir
15:49 Dozger dosyeya Yaşli yê li nexweşxanê ji ber ku bi kurdî axivî rastî êrîşê hat, girt
15:46 McGurk: 40 Hezar DAIŞ'î di Tirkiyeyê re derbasî Sûriyeyê bûn
15:28 QSD’ê bîlançoya 24 saetên dawî eşkere kir
15:27 Li Êlihê daxuyaniya ‘li dijî şer’: AKP wê ji têkçûyînê xelas nebe
15:11 'Komxebata di Rejîmên Zordest de Mafên Mirovan û Hiqûq' bi dawî bû
14:44 Xelîl: Divê NY ewlehiya herêmê pêk bîne
14:36 Foza Yûsîf: Divê şandeyek serbixwe ya navneteweyî çekên kîmyewî lêkolîn bike
14:14 Dogan li kolanek Londonê wêneyê Berxwedana Rojava xêz kir
14:10 Hevserokê ESP'ê: Endamên me rastî tacîzê hatin
12:02 Gelê Rojhilat ji bo gelê Rojava derdikevin kolanan
11:29 Desteya Tendirûstî: 235 sivîl hatin kuştin
11:04 Komîteya Kampanya 'Em hemû Rojava ne' dê alîkariyê bişînin Rojava
10:31 Lemkow: Zextên li ser Kurdan dişibe zextên li ser Katalanan
10:30 Temellî: Divê êdî Tirkiye QSD’ê bike muxatabê xwe
09:57 Polîsan derdora avahiya HDP’ê dorpêç kirin: Ketin û derketin girtin
09:50 Prz. Kuzu: Girtina hevşaredaran polîtîkaya boyaxkirinê ya qeyûm e
09:48 Malbata Sîncar ê di teqîna Nisêbînê de mir: Em ji mirinan re bêjin êdî bes e
09:04 Turk: Guherandina demografiyê wê agirbestê bêwate bike
09:03 Derhênerê fîlmê 'Gorulmuştur': Tirkiye bûye girtîgeh
09:03 Ji walîtî û qeymeqamtiya navçeyê ji bo 'xisara' çê bûye 100 hezar TL hat xwestin
09:01 Nûnerên sendîkayan: Bi şer ser krîza aborî tê girtin
09:00 ROJEVA 20'Ê COTMEHA 2019'AN
19/10/2019
22:28 Meclîsa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê: Bila korîdora insanî bê vekirin
17:18 Heyva Sor a Kurd: Tirkiye mudaxaleya birîndaran asteng dike
17:17 Xwestin girtiyê astengdar were berdan
17:16 Xwendekaran êrîşên li dijî Rojava şermezar kirin
16:41 Li aqûbeta Cemîl Kirbayir pirsîn
16:13 Gelê Reqa bang li NY'ê kir: Birindarên Serêkaniyê rizgar bikin
15:58 Mudaxileyî daxuyaniya HDP’ê ya Enqerê kirin
15:50 ‘Li şûna şer bila aştî pêk were’
15:46 'AKP li şûna Kurdan dixwaze bibe cîranê DAIŞ'ê'
15:35 Rojnameger Ozlem Oral binçav kirin
15:23 Di ‘Rûniştina F’ de xwestin Gulîstan Abdo bê berdan
15:22 Xizmên windayan: Vîna gel hat desteserkirin
15:15 Li gorî rapora muayeneyê Hevrîn Xelef bi îşkenceyê hatiye kuştin
15:13 Platforma Ked û Demokrasiyê: Divê pirsgirêk bi diplomasiyê çareser bibin
15:04 Îtîraza Mizrakli hat redkirin
14:40 Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê: Rayedarên rûs bi Esad re hevdîtin pêk anîn
14:36 Alpay: Divê li dijî stratejiya şer, stratejiya aştiyê bê pêşxistin
14:31 Ji Serêkaniyê ‘dengê çekan’ qet kêm nabû
14:22 Berê xwe da dorpêçê û got: 24 sal in gotinên min neqediyane
14:19 Dema qeyûmên Wan û Merdînê hat dirêjkirin
13:57 Bi deh hezaran li Kolnê ji bo Rojava dimeşin
13:40 'Divê Sûriye ji gelên Sûriyeyê re bê hiştin'
13:33 Çaksu: Tirkiye amadekariya êrîşeke mezin dike
13:32 Zarokê 15 salî di nava 3 mehan de 3 caran hat binçavkirin
12:51 'Divê zagona înfazê bê guhertin û ATK tenê ne erkdar be'
12:19 Kolektîfa Greva Jinan a Swîsreyê: Li şoreşa Rojava xwedî derkevin
12:06 Sewqiyeta wesayîtên zirxî ya li ser sînor dewam dike
11:33 Polîsan bi ser mala Botan, Demîrbaş û Baysal de girtin
10:40 Bulbul: Heta bi temamî dagirkerî neyê qedandin çareserî pêk nayê
10:19 7 kesên li Wanê hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:18 Wezaretê ji bo parastina 'qeyûm' hiqûqê tehrîf kir
10:18 Dr. Cengîz Guneş: Tirkiye sûcê şer dike
10:09 Bi newayên Mezopotamya û Anatoliyê derketin ser dikê
10:07 Nisêbîniyan: Em şer jî û qeyûm jî naxwazin