Temellî: Divê êdî Tirkiye QSD’ê bike muxatabê xwe

img

WAN – Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî têkildarî li hevkirina Tirkiyê û Amerîka de peymana Dolmbahçeyê bibîr xist û got: “Çi dibe bila bibe divê êdî Tirkiye QSD’ê bike muxatabê xwe.” 

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî têkildarî êrîşên Tirkiyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û peymana agirbestê ya di navbera Amerîka û Tirkiyê de ji ajansa me re axivî. 
 
‘SIYETA TIRKIYÊ TÊK ÇÛYE’ 
 
Temellî da zanîn ku ev demek dirêj e Tirkiye taybetmendiya xwe ya dewleta hiqûqê winda kiriye û got: “Îktîdarê bi şer û tecrîdkirina Tirkiyê ji zû ve hiqûqê binpê kiriye. Helbet dema rewş wiha be dê ev welat ber bi çiravê ve biçe. Herî dawî bi êrîşên li dijî Rojava re Tirkiyê hiqûqa navnetewî jî nas nekir û binpê kir. Me ji êrîşên wan re got ‘şer’ gotin ‘na hûn nikarin bêjin şer.’ Me got ‘dagirkerî’ gotin ‘na hûn nikarin bêjin dagirkerî.’ Yên têkildarî vê meseleyê axivîn jî hatin binçavkirin û girtin. Lê tiştek wan ji bîra kiriye heye ku hemû dinya ji van êrîşan re got dagirkerî û şer. Îktîdar dixwaze bi vî halê xwe yê nikare birêve bibe li hundir dijminahiya kurdan bike û li derve jî dixwaze bi polîtîkaya Sûriyê pêşiya xwe veke. Îro siyaseta tirk bi yek gotinê mirov dikare bêje ku ajotine nav çiravê. Niha siyaseta Tirkiye têk çûye. Hem li Tirkiyê û hem li Sûriyê li ser dijminahiya kurdan aştiya civakî xera kirin. Li Sûriyê aştiya Rojhilata Navîn dînamît kirin. Jixwe birêz Ocalan li ser aştiya civakî dê çawa pêk were daxuyanî dabû û nêrîna wî pirr zelal bû. Lê bi şer û operasyonê bersiv dan pêşniyarên Birêz Ocalan.” 
 
‘TIRKIYE SÛCÊ ŞER DIKE’ 
 
Temellî bal kişand ser “sûcê şer” a di rojeva cîhanê de û got: “Belê niha êdî li cîhanê li ser sûcên şer ên Tirkiyê tê axaftin. Di şerê herî dawî de me sûcê şer dît. Niha dema em diçin ku êdî her kes ji kirinên Tirkiyê yên li dijî mirovan baş fêm kiriye. Niha her kes bi qilqal e. Lê me her tim wan hişyar kir û me çareseriyê nîşanî wan da. Me hemû kirinên wan ji wan re got. Lê li me guhdar nekirin. Tenê di qirkirin û girtinan de israr kirin. Tiştek pêk neanîn. Em dev ji pêkanînê van tiştên bikin berdin, heta însanan sûcdar kirin û girtin.” 
 
‘OCALAN GOTIBÛ’ 
 
Temellî bal kişand ser gotinên “Heke pirsgirêka kurd çareser nekin dê bibe pirsgirêkek navnetewî" yên Ocalan bi bîra îktîdarê xist û got: “Tirkiye, DYA, Rûsya û welatên din nikarin pirsgirêkan çareser bikin. Heke pirsgirêkan rabin bi wan re çareser bikin tenê ya dê paş ve bixin an jî wê bi awayek derbasdar rakin dingilek din. Pêwîste pirsgirêka Tirkiyê li Tirkiyê û pirsgirêka Sûriyê li Sûriyê were çareserkirin.” 
 
‘ÇAPEMENIYA HEWZÊ ÇIQAS ŞOR BIKE JÎ LÊ TIRKIYE WINDA KIRIYE’  
 
Temellî bal kişand ser şorkirina şer a medya hewzê û wiha domand: “Niha hemû televîzyon, ajans û rojnameyên wan şer şor dikin. Niha di hemû TV’iyan de sûtal ango qeşmer hene. Li ser nexşeyan hesaban dikin. Dixwazin van êrîşên têkçûyî wek serkeftina Tirkiyê bidin nîşandan. Lê ev xapandine. Tirkiye bi ser neketiye, jixwe ev 10 sal in Tirkiye tim winda dike.” 
 
‘DIVÊ GAVEK BERÊ GAVEKÎ ÇARESERÎ PÊK WERE’ 
 
Temellî herî dawî bal kişand ser peymana agirbestê ya di navbera Amerîka û Tirkiyê de li ser Rojava pêk hat û wiha got: “Çareseriya herî girîng ew e gavek berê gavekê divê Tirkiye ji wir vekişe. Tenê herêma niha ne bes e, lazime Tirkiye ji Efrînê jî derkeve. Lê divê hemû hêzên navdewletî li ser meseleya DAIŞ’ê jî bi awayek taliye divê çareseriyê bîne. Meseleya DAIŞ’ê ne meseleyek tenê hewaleyî kurdan bikin. Kurdan bi mal û canê xwe DAIŞ’ê sekinand û têk bir. Kurdan li Rojava tiştên ezamet pêk anî. Jixwe tişta îro dinya jî dibêj ev e; berxwedana kurdan e. Ji aliyê Rojava tehdîtek biçûk ji bo Tirkiyê çênebûye. Ji aliyê binxetê kevirek biçûk jî neavêtine serxetê. Divê beriya her tiştî Tirkiye dest ji ziman û terzê xwe yê dijminahiyê berde. Pêwîste Tirkiye bi lezgînî bi muxatabên xwe re rûnê û bikeve nav lêgerîna çareseriya Sûriyê. Heke agirbest bi Hêzên Sûriya Demokratîk re hatibe kirin, wê demê ew in muxatab. Çi dibe bila bibe divê êdî Tirkiye bi awayek micid QSD’ê bike muxatabê xwe. Ev helwest ne tavîz dayîn e.” 
 
MA / Adnan Bîlen - Ayşe Surme
 

Sernavên din

21/10/2019
14:25 Li Dêrikê piştî pevçûnê qedexeya derketina kolan hat îlankirin
14:13 Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Esper: Dibe ku komeke leşkerên Amerîka li Sûriyeyê bimînin
14:01 Dosyeya hevşaredarên hatin binçavkirin sînordar kirin
13:43 Polîsan êrîşî girseya li pêş Şaredariya Peyasê kom bûn kir
13:42 Ji TJA'yê banga yekitiya neteweyî
13:29 24 siyasetmedar piştî 12 rojan sewqî edliyê kirin
13:24 Dadgehê cezayê muebetê li Kujerê Emîne Bulut birî
13:09 Rêdûr Xelîl: Ji bo ku agirbest mayînde bibe em ê heya rêya M4 hêzên xwe vekişîn in
12:42 Rojnameger ji Şaredariya Peyasê derxistin û derî girtin
12:24 Xwendekarên Zanîngeha Anadolu ya Eskîşehîrê, kantînê boykot dikin
12:10 Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê: Em ji bo tiştên ku li Sûriyeyê dibin bi fikar in
12:04 ‘Di 3 salên dawî de 51 hezar û 818 zarokên biyanî li Tirkiyeyê rastî îstîsmarê hatin'
12:01 Polîs li ber odeya hevşaredariyê ya kilîtkirî nobetê digirin
11:42 Li Avûstûryayê rojnameyan rûpelên xwe yên yekemîn reş kirin
11:28 Maas: Êrîşa li yekîneyen kurd ne meşrû ye
11:03 Li Rihayê 30 kes hatin girtin
10:28 Komîteya Perwerdeyê: Di êrîşan de 22 zarokan jiyana xwe ji dest da
10:01 Mazlum Ebdî: Tirkiye neçare ku derkeve
09:40 Li Dêrikê pevçûn: Leşkerek jiyana xwe ji dest da
09:39 ÎHD: Li girtîgeha Turkoglu îşkenceyê li girtiyan dikin
09:10 Girtiyan bêyî agahiya malbatan sewq dikin
09:06 'Polis xwest bi bataniyê bifetisîne'
09:06 Hunermend: Li dijî şer ne dema bêdengiyê ye, dema qêrînê ye
09:04 ‘Qeyûm êrîşa li dijî vîna gel e'
09:03 Parêzerê Kadirova Ozturk: Şika cînayetê heye
09:03 ‘Dibêjin ez polîs û gefan dixwin'
09:01 Jinên Nisêbînî: Ji bêhna me jî bêzar dibin
09:00 DMME'yê biryar da, lê dozger biryar neda
09:00 ROJEVA 21'Ê COTMEHA 2019'AN
07:54 Polîsan Hevşaredarên Amed, Peyas, Karaz û Bismilê binçav kirin
20/10/2019
22:49 Bi hezaran Kurd û dostên Kurdan li Londonê êrîşa Tirkiye şermezar kirin
22:32 Aligirên St Paûlî pankarta 'Bijî Rojava' vekirin
22:25 Dijberên şer li turbînan li dijî wer qerîyan
22:16 Forma Teewese piştgirî da gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê
20:07 Xwendekarên Germiyan berhemên Tirkiyeyê boykot kirin
20:01 Xelkê Teqteq piştgirî da Berxwedana Rojava
19:51 Kîno Gabrîel: Me li gorî lihevkirinê hêzên xwe ji Serêkaniyê vekişandin
18:46 Bi hezaran li dijî êrîşên Tirkiyeyê meşiyan
17:05 Bozgeyîk: Em ê li dijî şer aştiyê biparêzin
17:04 Sewqîyata tangan a sînorê Serêkaniyê didomin
16:58 Şêniyên Kobanê: Em dagirkeriyê qebûl nakin
16:30 Asya Abdullah: Ger em bibin yek, emê vê dagirkeriyê vale derxîn in
16:27 MSD’ê sûcê ku TSK'ê li dijî Kurdan kiriye aşkere kir
16:26 Polîsan parlamenterên HDP'ê wiha dorpêç kir
15:49 Dozger dosyeya Yaşli yê li nexweşxanê ji ber ku bi kurdî axivî rastî êrîşê hat, girt
15:46 McGurk: 40 Hezar DAIŞ'î di Tirkiyeyê re derbasî Sûriyeyê bûn
15:28 QSD’ê bîlançoya 24 saetên dawî eşkere kir
15:27 Li Êlihê daxuyaniya ‘li dijî şer’: AKP wê ji têkçûyînê xelas nebe
15:11 'Komxebata di Rejîmên Zordest de Mafên Mirovan û Hiqûq' bi dawî bû
14:44 Xelîl: Divê NY ewlehiya herêmê pêk bîne
14:36 Foza Yûsîf: Divê şandeyek serbixwe ya navneteweyî çekên kîmyewî lêkolîn bike
14:14 Dogan li kolanek Londonê wêneyê Berxwedana Rojava xêz kir
14:10 Hevserokê ESP'ê: Endamên me rastî tacîzê hatin
12:02 Gelê Rojhilat ji bo gelê Rojava derdikevin kolanan
11:29 Desteya Tendirûstî: 235 sivîl hatin kuştin
11:04 Komîteya Kampanya 'Em hemû Rojava ne' dê alîkariyê bişînin Rojava
10:31 Lemkow: Zextên li ser Kurdan dişibe zextên li ser Katalanan
10:30 Temellî: Divê êdî Tirkiye QSD’ê bike muxatabê xwe
09:57 Polîsan derdora avahiya HDP’ê dorpêç kirin: Ketin û derketin girtin
09:50 Prz. Kuzu: Girtina hevşaredaran polîtîkaya boyaxkirinê ya qeyûm e
09:48 Malbata Sîncar ê di teqîna Nisêbînê de mir: Em ji mirinan re bêjin êdî bes e
09:04 Turk: Guherandina demografiyê wê agirbestê bêwate bike
09:03 Derhênerê fîlmê 'Gorulmuştur': Tirkiye bûye girtîgeh
09:03 Ji walîtî û qeymeqamtiya navçeyê ji bo 'xisara' çê bûye 100 hezar TL hat xwestin
09:01 Nûnerên sendîkayan: Bi şer ser krîza aborî tê girtin
09:00 ROJEVA 20'Ê COTMEHA 2019'AN
19/10/2019
22:28 Meclîsa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê: Bila korîdora insanî bê vekirin
17:18 Heyva Sor a Kurd: Tirkiye mudaxaleya birîndaran asteng dike
17:17 Xwestin girtiyê astengdar were berdan
17:16 Xwendekaran êrîşên li dijî Rojava şermezar kirin
16:41 Li aqûbeta Cemîl Kirbayir pirsîn
16:13 Gelê Reqa bang li NY'ê kir: Birindarên Serêkaniyê rizgar bikin
15:58 Mudaxileyî daxuyaniya HDP’ê ya Enqerê kirin
15:50 ‘Li şûna şer bila aştî pêk were’
15:46 'AKP li şûna Kurdan dixwaze bibe cîranê DAIŞ'ê'
15:35 Rojnameger Ozlem Oral binçav kirin
15:23 Di ‘Rûniştina F’ de xwestin Gulîstan Abdo bê berdan
15:22 Xizmên windayan: Vîna gel hat desteserkirin
15:15 Li gorî rapora muayeneyê Hevrîn Xelef bi îşkenceyê hatiye kuştin
15:13 Platforma Ked û Demokrasiyê: Divê pirsgirêk bi diplomasiyê çareser bibin
15:04 Îtîraza Mizrakli hat redkirin
14:40 Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê: Rayedarên rûs bi Esad re hevdîtin pêk anîn
14:36 Alpay: Divê li dijî stratejiya şer, stratejiya aştiyê bê pêşxistin
14:31 Ji Serêkaniyê ‘dengê çekan’ qet kêm nabû
14:22 Berê xwe da dorpêçê û got: 24 sal in gotinên min neqediyane
14:19 Dema qeyûmên Wan û Merdînê hat dirêjkirin
13:57 Bi deh hezaran li Kolnê ji bo Rojava dimeşin
13:40 'Divê Sûriye ji gelên Sûriyeyê re bê hiştin'
13:33 Çaksu: Tirkiye amadekariya êrîşeke mezin dike
13:32 Zarokê 15 salî di nava 3 mehan de 3 caran hat binçavkirin
12:51 'Divê zagona înfazê bê guhertin û ATK tenê ne erkdar be'
12:19 Kolektîfa Greva Jinan a Swîsreyê: Li şoreşa Rojava xwedî derkevin
12:06 Sewqiyeta wesayîtên zirxî ya li ser sînor dewam dike
11:33 Polîsan bi ser mala Botan, Demîrbaş û Baysal de girtin
10:40 Bulbul: Heta bi temamî dagirkerî neyê qedandin çareserî pêk nayê
10:19 7 kesên li Wanê hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:18 Wezaretê ji bo parastina 'qeyûm' hiqûqê tehrîf kir
10:18 Dr. Cengîz Guneş: Tirkiye sûcê şer dike
10:09 Bi newayên Mezopotamya û Anatoliyê derketin ser dikê
10:07 Nisêbîniyan: Em şer jî û qeyûm jî naxwazin