MÊRDÎN - Parlementera HDP'ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, diyar kir ku armanca êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê binpêkirina destkeftiyên kurda ye û got: "AKP, bûye partiyeke ku sûc dike."
Her çend di navbera DYA û Tirkiyeyê de ji bo êrîşên li ser Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo 120 saetan agirbest hatibe îlankirin jî, êrîşên li ser herêmê didomin. Parlementera HDP'ê ya Agiriyê û Berdevka Meclîsa Jina ya HDP'ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, êrîşên li ser herêmê nirxandin.
'NÎVIYÊ ARTÊŞÊ LI SÎNORÊ SÛRIYEYÊ YE'
Taşdemîr, destnîşan kir ku armanca sereke ya van êrîşan binpêkirina destkeftiyên kurda ye û got: "AKP'ê nîviyê artêşê şandiye ser sînorê Sûriyeyê. Ji bo her kêliyên dagirkirinê di weşanên zindî de bi dengê bilind diaxivin, lê ji kesên ku ji bo vê dibêjin 'şer' e jî dibêjin 'na ev ne şer e, ev operasyon e.' Kes bi vê lîstikê naxape."
'AKP, BÛYE PARTIYEKE KU SÛC DIKE'
Taşdemîr, bilêv kir ku AKP, hewl dide bi şer îktîdara xwe ya ku lawaz bûye dîsa xurt bike û got: "Nexasim di hilbijartinên herêmî de derbeyeke giran xwar. AKP, dest dide ku derê ew der dibe cihê nelirêtî, talan û diziyê. Veguheriye partiyeke ku sûcan dike. Hemû çavkaniyên welat pêşkeşî alîgirên xwe kiriye û bi vî awayî hatiye teşhîrkirin. Ên wê teşhîr dikin jî îtifaqên HDP'ê yên li Kurdistanê û hêzên demokrasiyê ne. Tevî hemû zext û zoriyan jî me dev ji vê teşhîrkirinê berneda. Lê AKP, hewl dide bi şer xwe xelas bike û ji bo vê faşîzmê berbelav dike. Sedemeke ku niha AKP heye ew jî şer û alozî ye. Çimkî di fitrata vana de demokrasî û wekhevî tuneye. Loma hewl dide vê hewldana dagirkirinê jî li ser vê bide rûniştandin."
'HEDEFA WAN DESTKEFTIYÊN JINA YE'
Her wiha Taşdemîr, destnîşan kir ku armanceke êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî, binpêkirina destkeftî û têkoşîna jina ye û got: "AKP, pergala demokratîk a jinên Rojava tehemil nake. Wekî berê niha jî ewilî jinan dikin hedef. Hevrîn Xelef ji aliyê van çeteyan ve hat qetilkirin. Dixwazin nirxên demokratîk ên jinan bi feraseta DAIŞ'î birûxînin û bazarên koleyan ji nû ve çalak bikin. Em baş dizanin ku AKP'ê kesên xwedî vê ferasetê çawa diparêze."