HATAY – Du xwişkên hev du ên 14 û 15 salî ku kalê wan ew îstismar kirin, tiştên hatin serê wan ji mamosteyên xwe re gotin. Li kal C.O. (74) ku hat berdan, doz hat vekirin.
Li navçeya Arsûz a Hatayê, kalê 74 salî C.O., du neviyên xwe yên 14 û 15 salî îstismar kir. Piştî bûyer aşkere bû, doz li C.O. hat vekirin. Piştî her du xwişkan tiştên hatin serê wan ji mamosteyên xwe re gotibûn bûyer aşkere bûbû.
Piştî mamoste rewşê ji polîsan re vedibêje, di nezareta pedagogan de îfadeya her du zarokan tê girtin û polîs C.O. binçav dikin. C.O., piştî îfadeyê tê berdan. Lê belê Serdozgeriya Komarê ya Îskenderûnê, bi tawanbariya "îstismarkirina zayendî ya zarokan" derbarê C.O. de îdianame amade kir û Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Îskenderûnê jî îdianame qebûl kir.