STENBOL - Kûmrû Akgun, bilêv kir ku birayê wê Erdal Ozel xwarinê dişo paşê dixwe û got: "Ev edaleteke çawa ye? Em naxwazin ji girtîgehan tabût derkevin. Demildest divê girtiyên nexweş bên berdan."
Her diçe li girtîgehan hejmara girtiyên enxweş zêdetir dibe. Li gorî rapora 6 mehên dawî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), li girtîgehan 458 jê giran hezar û 334 girtiyên nexweş hene. Yek ji van girtiyan jî Erdal Ozel ê 40 salî ye. Ozel, 14 sal in girtiye û niha di Girtîgeha Jimare 2 a Tîpa F a Tekirdagê de ye. Ozel, nexweşekî ku şîzofreniya di asta bilind de lê peyda bûye û her wiha ligel vê tansiyon jî pê re heye û nexweşîna gurçikan û şekir jî lê peyda bûye. Xwişka wî Kûmrû Akgun, xwest birayê wê rojek berî rojekê bê berdan.
XWESTIYE ÎNTIHAR BIKE
Akgun, bilêv kir ku niha birayê wê di Girtîgeha Jimare 2 a Tîpa F a Tekirdagê de ye û got: "Ji ber rewşaa me ya aborî nebaş e em tim nikarin biçin cem wî." Akgun, anî ziman ku ji ber birayê wê bi tena serê xwe di hucreyekê de ye nikare jiyane xwe îdame bike û ji ber vê sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Tekirdagê hatiye kirin û li vira teşxîsa şîzofreniyê hatiye danîn. Akgun, da zanîn ku 6 sal berê birayê wê agir berdaye bedena xwe û xwestiye întihar bike.
REWŞA WÎ XIRATIR DIBE
Akgun, bilêv kir ku ji ber îşkenceyan birayê wê nexweş ketiye û her diçe rewşa wî xirabtir dibe. Akgun, da zanîn ku birayê wê nayê tedawîkirin û got: "Mehekê li Nexweşxaneya Demargiriyê ya Bakirkoyê ma. Gava li wir bû me nas nedikir. Ez xwişka wî me, lê digot qey diya wî me. Ji min re digot, 'Dayê xwişka min li kuderê ye?'"
‘EV ÇI EDALET E?'
Akgun, diyar kir ku carekê birayê wê qeyrana dil jî derbas kiriye û wî birie ocaxa tenduristiyê. Akgun, got: "Xwestine bi awayekî destkelemçeyî wî tedawî bikin. Lê qebûl nekiriye. Nexweşîna şekir pê re heye. Xwarinê dişon û didin wî. Eger mirovek xwarinê bişo û bixwe ma çawa dikare di girtîgehê de bimîne? Ev çi edalet e?"
‘DIVÊ BÊN BERDAN'
Herî dawî Akgun got: "Em naxwazin ji girtîgehan tabût derkevin. Em naxwazin kes bimire. Me gelek caran rewşa wî ragihandiye, lê belê ne raporê didin me ne jî parêzeran. Tedawî mafek e, divê neyê astengkirin." Akgun, xwest girtiyên nexweş hemû bên berdan û got: "Eger bernadin jî, nexwe divê wan tedawî bikin."