ERZIROM - Neviyê Şêx Seîd Bedrî Firat, operasyona li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku bi "sûreya Fetîhê" dest pê kir şiband Tevgera Enfalê ya Seddam û got, îbadeta herî mezin serîrakirina li hemberî êrîşa ye û îşaret bi "Kongreya Neteweyî ya Kurd" kir.
Her çend duh DYA û Tirkiyeyê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê peymaneke agirbestê ya ji bo 120 saetan çê kirin jî, êrîşên Tirkiyeyê yên li ser herêmê didomin. Neviyê Şêx Seîd Bedrî Firat, bertek nîşanî êrîşên Tirkiyeyê dan. Firat, bal kişand ser roja destpêkirina operasyonê kir ku bi sûreya "Fetîhê" dest pê kiribû û got: "Li Iraqê di sala 1986'an de gava Sedam Husên Tevgera Enfalê ya li hemberî kurdan dabû destpêkirin, navê sûrieya Enfalê li li tevgera xwe kiribû. Bi vê tevgerê qirkirinek pêk anîbû û bi sedhezaran kurd kuştibûn. Niha sûreyên di Qur'anê de careke din li hemberî kurdan wekî amûrekê tên bikaranîn."
DUH SEDAM ÎRO ERDOGAN!
Firat, destnîşan kir ku armanca sereke ya êrîşên li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê binpêkirina destkeftiyên kurda ye û got, ji ber dîn dikin amûrê polîtîkayên şerî, ev yek bi qasî DAIŞ'ê zirarê dide îslamê. Firat, got: "Tevgera Enfalê ya Sedam Husên di sala 1986'an de dest pê kiribû. Navê sûreya Enfalê li operasyonê hatibû kirin. Di erebî de enfal, 'xenîmetên şerî' ye. Ev tevger, li hemberî kurdan tevgereke qirkirinê bû. Heta sala 1989'an dewam kir û bi sedhezaran mirov mirin. Her wiha 4 hezar gund jî serobino bûbûn û herî kêm milyonek mirov jî koçber bûbûn. Niha tişta ku Sedam kir, Erdogan dike. Erdogan, Îslamê dike amûreke polîtîkayên xwe yên qirêj. Cihê îslamê, cihekî di çarçoveyeke aştiyane de çareserkirina pirgsirêka ye. Bi şer û komkujiyan pirsgirêk nayên çareserkirin. Di dînê îslamê de cihê vê yekê tuneye."
SERÎRAKIRIN
Firat, destnîşan kir ku niha gava kurdek doza mafê xwe dike an tê kuştin an jî têg irtin û got: "Li hemberî vê zilmê îbadeta herî mezin serîrakirin e. Ev îbadet li kurdên çar perçeyên Kurdistanê ferz e."
Her wiha Firat, îşaret bi pêkanîna "Kongreya Yekîtiya Neteweyî ya Kurd" kir û got, niha herî zêde pêdivî bi yekîtiya kurdan heye û divê partiyên siyasî û hewldanên sivîl ên kurd berjewendiyên xwe yên şexsî deynin kêlekekê û rojek berî rojekê li hev kom bibin.
MA / Dindar Karataş