AMED - Endamê KİD'ê Mele Emîn Kiliç got ew wek Alimên Olî yên Dildar li dijî şer in û xwest ku li şûna şer aştiyek mayînde û rojên xweş li ser vî welatî şîn bibe.
Her çiqas Amerîka û Tirkiye li ser agirbesta li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hev kiribin jî lê nerazîbûnên li dijî şer dewam dikin. Komek meleyên ku navê “Alimên Olî yên Dildar” li xwe kirine û endamên Kongreya Îslama Demokratîk in (KÎD) li dijî şerê Rojava li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xistin. Meleyan piştî nimêja înê derbasî cihê civînê bûn û daxuyanî dan.
Li ser navê meleyan endamê KÎD'ê Mele Emîn Kiliç daxuyanî da. Kiliç diyar kir ku kurd gelekî kevnarê ên Rojhilata Navîn in û wiha got: "Bi sedan salane ji aliyê qaşo birayên xwe yên Faris, Ereb û Tirk ve hebûna wan tê îmha û înkarkirin. Hêjî ew polîtîkayên xwe yên îmha û înkarê domînin. Li ser navê kurdan çi hebe înkar dikin û jêre rêz nagirin. Kurdayetî di vê erdnîgariyê de wek gunehek mezin dîtine. Li ser vê axê ne kurdan xwe afirandiye, afirîner Xwedê wan wekî her milletî aferandiye. Eger her ziman û gel û êlên cuda ayetên xwedê ne ev kîn çiye, ev nefret çiye, ev polîtîkayên bêwijdan û bêpîvan çi ne?"
'LI SER AXA KURDAN MIROVAHÎ TÊ KUŞTIN’
Kiliç da zanîn ku bi sedan salane gelê kurd li çar perçeyên kurdistanê rastî kuştin, talan, sirgun û wêrankirinê tê û carek din gelê kurd li Rojava bi qirkirinê re hevrû maye. Kiliç diyar kir ku berteka hêzên navnatewî û cîhanê ya li dijî şerê Rojava lawaz maye û got: “Li ber çavê hemû dinyayê li ser axa kurdan mirovahî tê kuştin.”
‘BILA LI ŞÛNA ŞER ROJÊN XWEŞ WERIN’
Kiliç banga li dijî derketina şer û talankirinê kir û ew naxwazin tu kes were kuştinê. Kiliç da zanîn ku dema wan daxuyaniya xwe amade dikir agahiyên agirbesta li ser Rojava hatine ber destê wan û got: “Van agahiyan me kêfxweş kir. Em hêvîdarin wê ev agahiyên xweş dewam bikin û li vî welatî aştiyek mayînde pêk were. Daxwaza me ew e ku bila hêviya rojên xweş a gelan neşkênin.”