STENBOL – Nûnerên partiyên siyasî bertek nîşanî tayînkirina qeyûman a Şaredariyên Colemêrg, Gever û Nisêbînê dan û diyar kirin ku li hundir qeyûm û li derve dagirkerî didome. Siyasetmedaran anîn ziman ku qeyûm encama konsepta şer e.
Wezîrê Karên Hundir di 19'ê Tebaxê de qeyûm tayînî Şaredariyên Bajarên Mezin ên Wan, Amed û Mêrdînê kiribû. Piştre qeyûm tayînî şaredariyên Qereqazî, Pasûrê kirin. Herî dawî îro qeyûm tayînî Şaredariyên Colemêrg, Gever û Nisêbînê kirin. Nûnerên Partiyên siyasî bertek nişanî tayînkirina qeyûman dan û diyar kirin ku li hundir qeyûm û li derve dagirkerî didome .
QEYÛM Û MUDAXALEYA ESKERÎ GIRÊDAYÎ HEV IN
Seroka Giştî ya EMEP'ê Selma Gurkan, diyar kir ku polîtîkaya hikûmetê ya derve û hundir bi hevve girêdayî ye û wiha got: "Ya esasî nûnerên gelê Kurd û nûnertiya gelê Kurd her dem ji bo xwe talûke dibînin. Vîna ku gel bi dengê ji sedî 55-60 hilbijartiye bi qeyûman ji destê gel derdixin. Niha qeyûm tayînî Şaredariyên Gever, Nisêbîn û Colemêrgê kirin. Operasyona ku 10 rojin li ser sînor tê meşandin û tayînkirina qeyûman ji hev ne dûr in. Girêdayî hev in."
LI SER VÊ AXÊ TU MAFAN NAS NAKIN
Hevserokê Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Şahin Tamakla jî anî ziman ku li dijî operasyonên li ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tayînkirina qeyûman tenê rêya berxwedanê ji wan re hatiye hiştin û wiha got: "Plîtîkayên faşîst, li Kurdistanê mafê azadiya gelan ên bingehîn xesp dike. Vîna gelê Kurd xesp dikin. Îktîdar peyama 'Ez li ser vê axê tu mafê azadiya we qebûl nakim' dide. Polîtîkaya qeyûman encama vê yekê ye."
'ÊRÎŞA LI DIJÎ DESTKEFTIYÊN KURDAN E'
Parlamentera HDP'ê ya Stenmolê Zuleyha Gulum jî anî ziman ku neheq qeyûm tayînî şaredariyên wan kirine û wiha got: "J ber gelê kurd muxalefeta civakî dikin qeyûm tayînî vîna wan dikin. Li derve dagirkerî û li hundir qeyûm heye. Li derve û li hundir êrîşî mafê gelê Kurd dikin û mafê Kurdan xesp dikin.
Parlamenterê HDP'ê yê Îzmirê Murat Çepnî jî ani ziman ku siyaseta li dijî Rojava şer daye destpêkirin di esasê xwe de êdîşî destkeftiyên gelê Kurd dike. Çepnî, diyar kir ku li derve polîtîkaya dagirkeriyê û li hundir polîtîkaya qeyûm pêş dixin."