MÊRDÎN - Hevberdevka HDK’ê Gulîstan Kiliç Koçyigît, ji ber ku destûr ji bo mîtînga li Mêrdînê bê lidarxistin nehat dayîn, daxuyanî da û got: “Ev rûyê nû yê faşîzmê ye.” Koçyigît bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da û wiha bilêv kir: “Çi dema ku em bibin yek deng em ê faşîzmê têk bibin.”
Şandeyek ji Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementerên Agiriyê Berdan Ozturk û Hevberdevka Kongreya Demokratîk (HDK) û Parlementera Mûşê Gulîstan Kiliç Koçyîgît pêk hat, ji ber ku destûr ji bo mîtînga li navçeya Qoser a Mêrdînê bê lidarxistin nehat dayîn, li ber avahiya partiyÊ daxuyanî da çapemeniyê. Şande, li nêzê Uçyol a Şemrexê ji aliyê endamên partiyê ve hat pêşwazîkirin.
BERTEK NÎŞANÎ QEYÛM DAN
Hevberdevka HDK’ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, diyar kir ku walîtiyê mîtînga wan a gel asteng kirin û wiha axivî: “Her roja diçe zext û êrîşên wan zêdetir dibe. Îro serê sibê qeyûm tayînê şeredariyên Colemêrg, Gever û Nisêbînê kirin. AKP, ji bo ku siyaseta kurd tune bike, tişta ji destê wê tê dike. Bi taybetî qezencên me yên rêveberiya xweser xesp dike. Tayînkirina qeyûman rûyê nû yê faşîzmê ye. Heya ku kurd azad nebin, gelên li Tirkiyeyê jî wê tu carî azad û keyfxweş nebin. Ger em bixwazin demokrasî pêş bikeve û pirsgirêka kurd çareser bibe, wê demê divê em dengê xwe derxînin. Encex wê demê em karibin faşîzmê têk bibin.”
‘ROJ ROJA TÊKOŞÎNÊ YE’
Koçyigît, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Çi dibe bila bibe emê vê axê terk nekin. Ji îro û pêde divê gelên li Kurdistanê dijîn hîn zêdetir hev hembêz bikin. Roj roja têkoşînê ye. Roj roja em van gefên li ser xwe bidin aliyekê ye. Ev roj wê derbas bibe û ev faşîzm wê biçe. Emê qezenc bikin. Bedel çi dibe bila bibe, emê dest ji rêya xwe bernedin.”
Şande piştî daxuyaniyê, di ablûkeya polîsan de derbasî Nisêbûnê bû.