STENBOL - Serokê Giştî yê AKP'ê Recep Tayyîp Erdogan têkildarî agirbesta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev tişt got: "Dê hêzên me heta 120 saetan qadê terk nekin."
Serokê Giştî yê AKP'ê Recep Tayyîp Erdogan, ji bo qebûlkirina Wezîrê Karên Derve û Alîkarê Serokwezîrê Qatarê Şêx Mûhammed bîn Abdurahman bîn Casîm El Sanî, hat Ofîsa Xebatê ya Serokkomariyê ya Dolmabahçeyê. Erdogan li vir têkildarî agirbesta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axivî û ev tişt anî ziman: "Me destpêkê hevdîtina dualî bi Pence re kir. Paşê jî hevdîtineke berfireh a di navbera heyetan de pêk hat. Di encamê de me danezaneke ku ji 13 xalan pêk tê ji raya giştî ya Cîhanê re aşkera kir. Ji niha pê de dem 120 saetî diçe. Rêxistina 'terorê' ya tê zanîn divê vê herêmê, bi taybetî jî herêma ku me weke 'herêma ewle' diyar kiriye terk bike. Me di hevdîtinên duh de li hev kir ku di nav 120 saetan de van deveran terk bikin. Em ê timik bi hev re di diyalogê de bin, hevdîtinên heyetên me dê bidomin. Her wiha dê hevdîtina me bi Pûtîn re jî çêbibe. Vê hevdîtinê jî weke taybetmendiyeke din a vê pêvajoyê qebûl dikim. Hêvî dikim ku em ê aştiyê bi Kaniya Aştiyê bînin herêmê."
'GUHDAR NEKIN'
Erdogan di berdewama axaftina xwe de têkildarî pevçûnên li herêmê û hêzên wan ên li qadê jî ev tişt gotin: "Wê hêzên me yên ewlehiyê niha qadê terk nekin. Wê bimînin ku em ê bibîn ka rêxistina 'terorê' qadê terk dike yan na. Pevçûn tunene. Ev hemû dezenformasyon in. Em guhdar nekin. Pêngava ku me daye destpêkirin em xurt bikin."