RIHA – Tirkiye sewqiyata eskerî ya ji tankan pêk tê ber bi sînorê Serêkaniyê ve dewam dike.
Tevî rêkeftin ango agirbesta Amerîka û Tirkiyê ya ji bo Baur û Rojavayê Sûriyê jî êrîşên Tirkiyê yên li dijî bajarê Serêkaniyê berdewam dikin. Li gel êrîşan sewqiyata tank û kelûpelên eskerî yên Tirkiyê ber bi sînorê Serêkaniyê ve dewam dike. Tank û zirxên eskerî ku tên sewqkirin li eraziyên Miduriyeta Giştî ya Xebatxaneya Çandiniyê (TÎGEM) a navçeya Serêkaniyê ya Rihayê tên bicihkirin.