AMED - Cotkar Amara Yurek ê hêj 17 salî ev 12 carin tê binçavkirin. Dapîra Yurek ê herî dawî hat girtin Nazîme Yurek, bertek nîşanî girtina kurê xwe da û got: “Amara hêj zaroke. Ma dikare çi bike? Ger tiştek bê serê neviyê min berpirsiyarê wê dewlete.”
Cotkar Amara Yurek ê 17 salî ligel temenê xwe yê biçûk jî 12 carin tê binçavkirin. Cotkar Amara di sedegirtinên malan ên di 14’ê Cotmehê li Amedê pêk hatin de bi 9 kesan re hat binçavkirin. Yurek ê 12 carin tê binçavkirin, ji ber îfadeyên du şahidên nepen, hat girtin.
YUREKÊ 17 SALÎ 12 CARAN HAT BINÇAVKIRIN
Yurek cara yekemîn di sala 2009’an de bi dapîra xwe Nazîme Yurek re hat binçavkirin û li Miduriyeta Polîsan a Amedê şahidiya tundiya li dapîra xwe hat kirin, kir. Yurek ê dûre hat berdan, ligel temenê xwe yê zarok jî di 11 saliya xwe de carek din hat binçavkirin. Yurek di 11’ê Nîsana 2019’an de cardin hat binçavkirin. Polîsên ku bi ser malê de girtin, li serşoyê îşkence li Yurek kiribûn. Dapîra wî ji bo ku pêşiya tundiya polîsan a li ser neviyê xwe bigire, kolonya bi ser xwe de kir û xwest xwe bişewitîne. Dayik û dapîra Yurek heya Midûriyeta Polîsan li pey kurê xwe çûn û ev dîmenên wan heya demekê di rojevê de cih girtibû.
Polîsan herî dawî di 14’ê Cotmehê de, li Amedê bi ser mala Yurek de girtin, deriyê malê şikandin û binçavkirin. Dapîra Yurek ê hat girtin Nazîme Yurek, diyar kir ku neviyê wê qet xweşî nedît û wiha bertek nîşanî girtina neviyê xwe da: “Amara li ser min qeydkiriye. Hêj nebûye 18 salî. Lê ev 12 carin tê binçavkirin. Polîs ji bo ku wê binçav bikin 6 carin deriyê me dişkînin.”
‘HÎNA ZAROKE’
Yurek, da zanîn ku di dema serdegirtinê de ligel ku gotin ewê derî vekin jî, polîsan dîsa deriyê wan şikandiye û wiha bilêv kir: “Digotin ji paş derî herin emê bişkînin. Her 2 mehan carekê vî zarokî dibin gelo çi lê dikin? Amara hîna zaroke, ma çi kiriye? Ger tiştek bê serê neviyê wî, dewlet berpirsiyare. Min wî sêwî mezin kir. Bi vê heqaretê li me dikin. Em qebûl nakin.”