WAN - Dema binçavkirina hevşaredarên Erdîşê Yildiz Çetîn û Bayram Çîçek ji bo 4 rojan hat dirêjkirin.
Dema binçavkirina hevşaredarên Erdîşê Yildiz Çetîn û Bayram Çîçek ku di 15'ê Cotmehê de hatibûn binçavkirin ji bo 4 rojan hat dirêjkirin. Hat hînbûn ku biryara nepeniyê li ser dosyayên hevşaredaran e û lêpirsîna derbarê wan de li ser îfadeyên şahidekî veşartî hatiye destpêkirin.