WAN - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, bi armanca beşdarî şahiya 7'emîn salvegera damezirandina HDP'ê bibe hat Wanê. Temelli, parlamenterên HDP'ê û akademîsyenên aştiyê, xwestin daxuyaniyê bidin. Lê polis destûrê nadin ku daxuyaniyê bidin.
Rêxistina HDP'ê ya Wanê bi armanca 7'emîn salvegera damezirandina partiya xwe pîroz bike xwestin şahiyekê li dar bixin. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî, parlamenter û akademîsyenên aştiyê jî bi boneya beşdarî şahiyê bibin hatin Wanê. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî û heyeta pêre xwestin daxuyaniyê bidin, lê polîsan destûr neda ku daxuyaniyê bidin. Temellî û heyeta pêre xwestin li pêş avahiya HDP'ê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Polisan bi hinceta biryara walîtiyê ya qedexeya çalakiyan heye destûr nedan ku heyeta HDP'ê daxuyaniyê bide. Ji ber ku heyeta HDP'ê dixwaze daxuyaniyê bide û polîs wan asteng dikin rageşiya di navbera HDP'ê û polîsan de berdewam dike. Akademîsyenên Aşktiyê Ayşe Erzan, Orhan Sîlîer, Meral Camci, Aslı Takanay, Aynur Ozugurlu, Kuvvet Lordoglu, Ozlem Ozkan û Onur Hamzaoglu jî ji bo beşdarî daxuyaniyê bibin hatin Wanê.