RIHA - Polîsan bi ser mala Hevserokê HDP'ê yê Bîrecîkê Omer Karadag de girtin û deriyê mala wî şikanin û binçavkirin.
Polîsan bi ser mala Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Bîrecîk a Rihayê de girtin û deriyê mala wî şikandin. Polîsan piştî li mala Karadag lêgerîn kirin ew binçavkirin û birin Midûriyeta Polîsan a Rihayê. Sedema binçavkirina Karadag nehat zanîn.