AMED - Polisan, li Amedê bi ser gelek malan de girt û 5 kes binçav kirin.
Polisan, serê sibejê li Amedê bi ser gelek malan de girt. Polisên Tevgera Taybet jî tevlî operasyona bi serdegirtina malan bûn û Endama Lîjneya Rêberiya Navendî (MYK) ya Meclisa Jinan a Sosyalîst (SKM) Safiye Ok û endamên Federasyona Komeleyên Ciwanan ên Sosyalîst Helîn Yagmûr, Sedat Turlu û Osman Demîr derb kirin û binçav kirin.
Li Rezan jî polisan bi ser mala Barîş Erîşen de girt û ev binçav kirin. Polisan kesên binçavkirin birin Miduriyeta Polisan a Amedê.