NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Efûyê ya Navnetewî got Tirkiye û komên girêdayî wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ''komkujî'' û ''êrîşên kujer ên li ser sivîlan'' jî di nav de gelek ''sûcên şer'' kirine.
Rêxistina Efûyê ya Navnetewî têkildarî êrîşên Tirkiyê û komên girêdayî wê yên li ser bajar û navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyekda. Rêxistina Efûyê di daxuyaniyê de got ''Hêzên leşkerî yên Tirk û komên çekdar ên ku Tirkiyê destek dide wan li dijî sivîlan mînake hednezanînê ya ku mirov pê fihêt bike pêk anîn."
Rêxistinê di daxuyaniyê de got têkilî sûcên şer ''delîlên giran'' hene û di rapora têkilî sûcên şer de cih da şahidiya 17 kesan ku ji xebatkarên alîkariya lezgîn, tendiristiyê, ên ku hatine bêcihûwarkirin, nûçegihan û xebatkarên mirovî pêk tê.
Rêxistinê wiha got: ''Agahiyên di raporê de têkilî êrîşên bêyî ku cihêtiyê bike ya li ser jîngehan delîlên giran dide''.
Rêxistina Efûyê bal kişande ser înfazkirina siyasetmedara Kurd Hevrîn Xelef û got: ''Ji hêla şervanên Ehra El Şarkiye ve heta bi derveyî wesayitê hat derxistin, lê xistin û bi dilneşewatî bi guleyan hate kuştin.''
Rapora nexweşxaneyê ya ku dane Rêxistina Efûyê jî li ser siyasetmedara jin a Kurd tespît dike ku ''di serê wê de şopa gelek guleyan hene, paq û rû û qoqê serê wê hatiye şikandin.''
Rêxistina Efûyê her wiha got: ''Eynî rojê û li heman derdorê şervanên Ehrar El Şarkiye bi kêmanî 9 şervanên Kurd êsîr girtin û kuştin. Van komên çeteyan 2 sivîlên xebatkarên rêxistina tendiristiyê jî revandine û hê jî ti agahî ji wan nehatiye standin."