ENQERE – Mitînga HDP’ê ya Enqereyê ku dê sibê bihata lidarxistin bi hênceta Qanûnên Meşên Xwepêşandan û Civînan hat qedexekirin.
HDP’ê dê sibê li Enqereyê mitînga “Em Ji Bo Demokrasiyê Tên Gel Hev” li dar bixista. Walîtiya Enqereyê mitînga HDP’ê qedexe kir. Walîtiyê nivîs ji HDP’a Enqereyê re şand û bi hênceta Qanûnên Meşên Xwepêşandan û Civînan a jimara 2911’an li dar xistina mitîngê guncav nedîtiye û mitîng qedexe kir.