AMED – Polîsan serê sibehê bi dehan maşîneyên zirxî avahiya HDP’ê ya Amedê dorpêç kirin. Polîsan bi hênceta cih ji malbatên çalakî li dar dixin re vekin, bi vînçê otobusa anonsê ya HDP’ê ji ber derî rakirin.
Avahiya rêxistinê HDP’ê ya Amedê bi mehan e di dorpêça polîsan de ye. Polîsan vê sibehê bi dehan maşîneyên zirxî û sedan polîs carek din avahiya HDP’ê dorpêç kir. Polîsan deriyê avahiyê jî dorpêç kir û nehiştin kes bikeve hundir û derkeve. Polîsan demek dirêj nehişt rêveberên HDP’ê jî derbasî hundir bibin.
HDP’ê otobusa xwe ya anonsê li ber derî park kiribû. Polîsan ewilî ji TOMA’yê bi ava şid mudaxeleyî otobusê kir û pişt re jî bi vînçê ji şûna wê rakirin.
HDP’iyan da zanîn ku otobusa wan bi hênceta ku cih ji malbatên li ber avahiya wan çalakiya rûniştinê li dar dixin re vekin û ji bo malbatan kon lê vedin.
GUZEL: OTOBUSA ME BINÇAV KIRIN
Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel li ser hesabê xwe yê twîtterê li ser vê mijarê ragihand û got: “Polîsan ewilî ava şid reşandine otobusa partiya me. Lastîkên otobusa me kelemçe kirin û binçav kir. Êdî mirov bi şaşwazî liv an pêkanînên AKP’ê dinêre û jê re dibêje ‘ev jî pêk hat.’ AKP her tiştî li vî welatî dike. Di dîrokê de wê kurd van kirinên we ji bîra neke.”
Li derdora HDP'ê dorpêça polîsan didome.