AMED – Apê Ekîncî Xalit Ekîncî diyar kir ku biraziyê wî ji bo neçûye îmzeyê hatiye kuştin û got: “Eskeran ji biraziyê min re gotin bireve. Piştî biraziyê min reviya ji pişt ve kuştin."
Li Gundê Şêxan yê navçeya Licê ya Amedê Bayram Ekîncî yê 29 salî di serdegirtina eskeran ya mala wî de hatibû kuştin. Li gor îdîayên gundiyan eskeran Ekîncî piştî brîndar kirin înfaz kirine. Der barê buyerê de Apê Bayram Ekîncî, Hecî Xalit Ekîncî yê 75 salî, destnîşan kir ku piştî bûyerê agahdar bûn ku eskeran bi ser mala biraziyê wî de girtine û wiha got: “Eskeran jê re gotiye “bireve” ew jî reviyaye û ew ji piştve kuştin. Ka ev edalet e? Ev kanûn e? Heta dawiyê ez dozdarê wan im.”
'JI BER NEÇÛ ÎMZEYÊ EW KUŞTIN’
Ekîncî, destnîşan kir ku ji dosyayeka berê cezayê biraziyê wî hebûye û bi şertên avêtina îmzeyan hatibû berdan û wiha got: “Cezayê wî hebû. Bi şertê kontrola edlî ku îmzeyan bavêje ji hefsê berdan. Wî jî neçûye îmze neavêtiye. Ji bo ku neçûye çûn ew kuştin. Ji bo ku îmzeyek neavêt ewqas esker, erebeyên zirxî anîne gund. Ma ji bo çar meh cezayê girtîgehê mirov kesekî dikuje? Xwelî li serê wan be.”
'NEHEQ BIRAZIYÊ MIN KUŞTIN’
Ekîncî, diyar kir ku ev bûyer bêedaletî û bêqanû ye û wiha domand: “Neheq biraziyê min kuştin. Ji bo ku neçûye îmzeyê Cezayê wî yê ku dewlet dizanê jî dîsa kuştin. Li ser vê bûyerê malbatê serlêdana sûc kir û doz vekir. Ez wan kujeran şermezar dikim.” Hat zanîn ku Dozgeriya Licê derbarê kuştina Ekîncî de lêpirsîn da destpêkirin. Lê nehat zanîn ku di çarçova lêpirsînê de îfadeyên leşkeran hatiye girtine an na.