MÊRDÎN - Welatiyên ji ber ku nûçegihana ÎHA’yê Berîl Çûhadaroglû Sonmûşgul giliyê wan kir li Nisêbînê hatibûn binçavkirin, hatin berdan. Welatiyan, têkildarî binçavkirinên xwe wiha got: “Destûr nedan ku em şîna windahiyên xwe jî bigirin. Bêsûc em binçavkirin.” Mamosteyên hatin binçavkirin jî ji kar hatin dûr xistin.
Piştî ku topa hewanê di 11’ê Cotmehê de li kolaneke Taxa Yenîtûran a navçeya Nisêbên a Mêrdînê ket, nûçegihana Ajansa Nûçeyan Îhlasê (ÎHA) Berîl Çûhadaroglû Sonmûşgul çûbû cihê bûyerê û hewl dabû ku bi welatiyan bide gotin ku topa hewanê YPG’iyan avêtiye. Lê welatiyan bertek nîşanî wê dabûn û xwe pê de aciz kiribûn. Solmûşgul welatiyên bertek nîşanî wê dabûn weke “heskiriyên terorê” nirxandibûn û gotinên xwe yên “Qebûl nakin ku YPG’ê kiriye. Ka em ji vê derê herin” serwîs kiribûn.
Solmûşgul, dûre giliyê welatiyan kiribû û li Nisêbînê mamoste S.Î. û H.B. û welatî M.A. û F.A. hatibûn binçavkirin.
MAMOSTE JI KAR HATIN DÛR XISTIN
4 kesên hatibûn binçavkirin pêr sewqî edliyê hatibin kirin û bi şertê kontrola edlî û qedexeya derketina derveyî welat hatibûn berdan. Mamoste S.Î. û H.B. li ser biryara Qeymeqamtiya Nisêbînê û Miduriyeta Perwerda Milî ya Navçeyê ji kar hatin dûr xistin. Hat diyar kirin ku bi hinceta dîmenên di çapemeniyê de derktin mamoste ji kar hatine dûr xistin.
‘RASTIYA ÇAPEMENIYA TIRK DERXIST HOLÊ’
Welatiyên nexwestin navê xwe aşkere bikin, diyar kirin ku ew bi awayekê pir aşkere rastî êrîşên medyayê hatin û gotin: “Bûyer me jiya rastiya çapemeniya Tirk derxist holê. Di teqîna pêk hat de, xizmên em birîndar biûn û dîsa di nava kesên jiyana xwe ji dest dayîn de xizmên me hatbûn. Em ketibûn derdê windayî û birîndarên xwe. Di vê rewşê de ev yek hat serê. Telefona wê ketibû erdê, digot hatiye xespkirin. Dibin çavan de em bi propagandeyê hatin sûcdarkirin. Qet behsa telefona wê nehat kirin. Em li bendê bûn ku her kes derûniya me ya wê kêliyê fêm bike. Lê li şûna me fêm bikin, em binçav kirin.”
‘EM Ê ÇIWAN BAWER BIKIN’
Welatiyan, bal kişandin ser binçavkirin xwe û wiha bertek nîşan dan: “Destûr nedan ku em şîna windahiyên xwe jî bigirin. Bêsûc em binçavkirin. Me rûyê rast ê medya Tirk carek din dît. Ji xwe em nizanîn ev roket û hewan ji ku derê hatine. Ma emê çawan bawer bikin? Gelo ma erka me ye ku em topên hewanê ji ku derê hatine tespît bikin? Ma ev peywira dewletê nîne? Bi vê çawan dibe ku me propagande kiribe. Em tenê derdê windahî û birîndarên xwe de bûn. Wê demê tu halê me yê ku em tiştekê cuda bifikirin nebû. Lê ev hatin serê me. Êdî em ditirsin medyayê bibînin. Baweriya me bi kesekê nayê.”