COLEMÊRG - Rayedarên dewletê li şûna hevşaredarên Colemêrg, Gever û Nisêbînê yên hatin girtin, qeyûm tayînî şûna wan kirin.
Hevşaredarên Navçeya Geverê ya Colemêrgê Remziye Yaşar û Îrfan Sari, Hevşerdarên Nisêbînê Semîre Nêrgîz û Ferhat Kut û Hevşaredarê Colemêrgê Cîhan Karaman piştî hatin girtin, raredarên dewletê qeyûm tayînî şûna wan kirin.
Hevşaredarên Navçeya Geverê ya Colemêrgê Remziye Yaşar û Îrfan Sari di 15'ê cotmehê de di serdegirtina malên xwe de hatibûn binçavkirin. Hevşaredaran duh derxistin dadgehê û bi hinceta parvekirinên li ser medyaya civakî û beyanên şahidên nepen, hevşaredar bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" tawanbar kirin û girtin. Vê sibehê hat ragihandin ku Qeymeqamê Geverê Osman Dogramaci wek qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin.
Hevşeredarên Nisêbînê yên HDP’î Semire Nergiz û Ferhat Kut, jî piştî duh hatin girtin îro serê sibê qeyûm tayînî Şaredariya Nisêbînê kirin. Li şûna Hevşaredarên HDP'î Qeymeqamê Nisêbînê Mehmet Balikçilar wekî qeyûm tayînî şaredariyê kirin.
Hevşaredarê Colemêrgê Cihan Karaman jî duh hatibû girtin. Li şûna Hevşaredarê Colemêrgê Karahan hêj kî wekî qeyûm hatiye tayînkirin zelal nebû.