EDENE - Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogûllari bertek nîşanî daxuyaniyên AKP'iyan yên mîna "Li holê şer nîne" da û ev tişt got: "Heke şer tunebe gelo çima derbarê me de lêpirsîn tên destpêkirin û bernameyên me tên astengkirin?"
Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogûllari bertek nîşanî daxuyaniyên AKP'iyan ên têkildarî êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên mîna "Li holê şer nîne" da. Hatîmogûllari diyar kir ku AKP'ê bi MHP'ê re li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevgera dagirkeriyê dane destpêkirin û ji ber vê tevgerê bi sedan sivîlan jiyana xwe ji dest daye û wiha got: "Gelek gund hatin valakirin. Me her tim got ku desthilat armanc dike ku demografiya herêmê biguherîne. Em ê dijberiya xwe ji bo vê dagirkeriyê bidomînin. Ji ber ku em li dijî şer aştiyê diparêzin tên astengkirn. Di qada navneteweyî de jî tu meşrûbûna tevgera ku AKP'ê navê "Kaniya Aştiyê" lê kiriye tuneye."
'ÇIMA EV QEDEXE?'
Hatimogûllari têkildarî daxuyaniyên AKP'iyan ên mîna "Li holê şer nîne" jî ev pirs "Heke şer tunebe gelo çima derbarê me de lêpirsîn tên destpêkirin û bernameyên me tên astengkirin?" kir û ev tişt got: "Desthilata AKP'ê Tirkiyeyê di hêla aborî, civakî û siyasî ve didefîne tenebûnê. Em careke din bangên xwe yên ji bo rawestandinê êrîşê dubare dikin. Berovajiyê daxwaza aştiyê daxwaza şer li gorî Destûra Bingehîn sûc e. Kesî ji aştiyê xesar nedîtiye û di nav xwe de ji bo hemû mirovan başî û xweşiyê dihewîne. Hikûmeta Sûriyeyê bi awayekî fermî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi cih bûye. bi vê yekê re hinceta êrîşê jî ji holê hatiye rakirin. Divê ku Tirkiye leşkerên xwe ji Sûriyeyê vekişîne."