MÊRDÎN - Piştî ku duh Hevşaredarên Nisêbînê Semîre Nêrgîz û Ferhat Kut hatin girtin qeyûm tayînî Şaredariya Nisêbînê hat kirin.
Hevşaredarên Şaredariya Navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê Semîre Nergîz û Ferhat Kut di 15'ê cotmehê de di serdegirtina malên xwe de hatibûn binçavkirin. Nergîz û Kut duh ji aliyê Dadgeha Cezayê Sulhê ya Mêrdînê bi îdiaya "Endamên rêxistinê ne" hatin girtin. Hêncetên beşdariya kampanya "Em tecrîdê bişkênin û faşîzmê hilweşînin" û îfadeyên şahidên nepen spartin hevşaredaran.
Piştî girtina hevşaredaran vê sibehê Qeymeqamê Navçeyê Mehmet Balikçilar wek qeyûm tayînî Şaredariya Nisêbînê hat kirin.