ŞIRNEX – Dayikên navçeya Hezexê, êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û gotin: "Dem dema berxwedanê ye."
Nerazîbûnên li dijî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Herêma Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê berdewam dikin. Dayikên navçeya Hezex a Şirnexê, têkildarî mijarê bertekên xwe nîşan dan û bang gelê kurd kirin: "Ji bo rawestandina şer rabin li ser piyan."
'EM Ê LI SER RÊÇA ZAROKÊN XWE BIN'
Dayik Rabîa Vesek, xwest ku êriş êdî bi temamî bi dawî bibin. Vesek, bi lêv kir ku di şer de herî zêde jin û zarok tên kuştin û got: "Îktîdara AKP’ê bi salan e êrîşê gelê kurd dike û me dikuje. Armanca AKP’ê parçekirin û tunekirina me ye. Lê belê heta dilopek xwîna me hebe em ê li ser lingên xwe bisekinin û li ber xwe bidin. Em ê heta dawiyê li ser rêça zarokên xwe û berxwedana wan bin.”
Vesek, ji bo rawestandina şer jî diyar kir ku divê gelê kurd rabe li ser piyan û got, ger ew îro dengê xwe bilind nekin dê zêdetir kes bên kuştin. Vesek, ev tişt gotin: “Em bang Erdogan dikin ku bila were ser maseyê û fermana aştiyê ava bikin. Em bi salan e doza aştî û azadiyê dikin. Em azadiyê dixwazin. Bi salan e em li ber xwe didin û tu carî xilas nebûn. Em ê tu carî serê xwe li ber vê îktîdarê netewînin."
‘DEM DEMA BERXWEDANÊ YE'
Dayika Zumrete Çakil jî got: "Ev ne ax û welatê Erdogan e." Çakil, anî ziman ku ew naxwazin zarokên tu aliyan jiyana xwe ji dest bidin û got: "Ji ber ku îro em dayik hemû yek in. Ev şerê ku li Rojava hatiye destpêkirin em şermezar dikin. Em bang hemû gelê kurd dikin ku li hember vî şerî dengê xwe bilind bikin û rabin li ser piyan. Ger ku em îro ranebin li ser lingan dê pêşî were serê min, dê piştre jî were serê kesên din. Dem dema berxwedanê ye.”
Dayik Hayat Uca jî bal kişand ser girîngiya ji bo rawestandina şer û helwesta li dijî şer. Uca, ev tiş gotin: "Îro zarokên ku tên kuştin zarokên hemûyan e. Şer û berxwedana me ya niha jî ji bo azadî, aştî û wekheviyê ye. Em ê heta dawiyê li pey zarokên xwe û doza xwe bin. Heta kurdek jî hebe em ê ji bo azadiyê bang bikin. Şerê me bi salan bidome jî em ê dev ji xwesteka xwe ya azadiyê bernedin. Em bang gel dikin ku rabin li ser piyan. Ji bo ev şer bisekine divê em berê xwe bidin Rojava.”
'ERDOGAN HOVITIYÊ PÊK TÎNE'
Dayik Halîme Hazar jî ramanên xwe wiha anîn ziman: "AKP çend salên dawiyê berê xwe daye Rojava û li wir şerek dijwar daye destpêkirin. Erdogan îro hovitiyek pêk tîne. Erdogan bi salan e bi xwîna gelê kurd li ser lingan maye. Şerê ku li Rojava dest pê kiriye bandor li Nisêbînê jî kir. Heta niha gelek kesan jiyana xwe dest daye. Îktîdar bi xwe dike, lê davêje histûyê me kurdan. Îktîdara AKP’ê îktîdarek hov e."