HATAY – Li Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê, gava Mûstafa Demîrbaş silavê dide hevalê xwe, gardiyan wî asteng dike. Ji ber ku Demîrbaş, li hemberî astengkirina gardiyan rabûye derbarê wî de lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Li Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê, di 7'ê Cotmehê de gava girtiyê bi navê Mûstafa Demîrbaş ji hevdîtina xwe ya bi parêzeran vedigere silavê die hevalekî xwe. Lê belê gardiyanê li cem wî jê re dibêje 'qedexeye' û nahêle silavê bide. Lê belê Demîrbaş îtiraz dike. Ji ber ku îtiraz dike derbarê wî de ji bo cezayê dîsîplînê lêpirsînê tê destpêkirin.