EDENE - Dayikên Aştiyê, nerazîbûna xwe ya ji bo êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê anîn ziman û gotin, em ne şer, aştiyê dixwazin. Dayika Aştiyê Cevahîr Temel, got: "'Kaniya Aştiyê', bûye kaniya xwînê."
Dayikên Aştiyê yên Edeneyê, nerazîbûnên xwe yên li hemberî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Herêma Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê anîn ziman û gotin, ne şer, aştiyê dixwazin. Dayika Aştiyê Latîfe Aydin, bilêv kir ku tu heqekî Tirkiyeyê tuneye ku êrîş bike.
'VÎ ŞERÎ RAWESTÎNIN'
Aydin, anî ziman ku di êrîşan de sivîl tên kuştin û got, ne heqê kesî ye ku vê yekê bike. Aydin, diyar kir ku gelê kurd rabûye ser piyan û careke din daxwaza ya ji bo aştî û demokrasiyê dubare kiriye. Aydin, destnîşan kir ku ew li cem berxwedana gelên Rojavayê ne û got: "Vî şerî rawestînin. Bira zarok nemirin. Dibêjin em bira ne. Lê radibin jin û zarokan dikujin. Ma kurd û tirk bira ne? Ev biratiyeke çawa ye? Vî şerî rawestînin."
Dayika AŞtiyê Nejla Kocaman jî bang li dewletê kir û got: "Divê şer neqewime û zarok nemirin. Ez dayika girtiyekî me. Kurê min di 5 mehan de 20 kîlo zihîf bû. Lê ji bo aştiyê dev ji greva birçîbûnê berneda Em naxwazin tu dayik bigirîn. Em naxwazin ne dayikên polîsan, ne dayikên gerîlayan bigirîn. Em şer naxwazin, em aştiyê dixwazin. Divê aştî çê bibe. Em naxwazin ciwanên me bimirin."
'KÎJAN BIRATÎ'
Dayika Aştiyê Cevahîr Temel jî bal kişand ser gotina "birayên me yên kurd" û got: "Kîjan biratî?"
Temel, bal kişand ser zext û zoriyên li ser HDP'ê jî û diyar kir ku HDP, partiyeke siyasî ye, lê belê radibin avahiyên wêd orpêç dikin û çalakiyên wê qedexe dikin. Temel, got: "Dayik nikarin biqîrin. Li malên xwe digirîn. Esker jî, polîs jî, gerîla jî zarokên me ne. Em xwînê naxwazin." Temel, ji bo rawestandina şer bang li îktîdarê kir û got: "Tu ên di nav xwe de qebûl nakî. Ma tu yê sînor çawa qebûl bikî. Em bang li tevahiya dewletan dikin, vî şerî rawestînin. Dibêjin 'Kaniya Aştiyê', lê belê 'Kaniya Aştiyê' bûye kaniya xwînê."