WAN - Derhênerê îranî Resûl Bangîn, bilêv kir ku divê êrîşên Tirkiyeyê yên li ser kurdan bi dawî bibin û got: "Şer salekê bidome, wê nefret sed salî bidome. Me emrê xwe bi nefreta ji bo kesên li me zilmê dikin borand. Em naxwazin zarokên me bi nefretê mezin bibin."
Derhênerê îranî Resûl Bangîn ku tev li Mîhrîcana Şanoyê ya Wanê bû, êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Herêma Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nrixandin.
Bangîn, destnîşan kir ku divê êrîşên Tirkiyeyê yên li ser kurdan bi dawî bibin û got, divê li dor aştiyê li hev kom bibin. Bangîn, anî ziman ku ler dive sedema tiştên xirab û got: "A girîng ew e ku gava şer biqedin wê gel çawa li nav çavê hev binerin. Kesên niha zilmê li kurdan dikin, wê çawa li nav çavê me binerin? Piştî zarokên me, malbata me mir, wê ji me re çi bibêjin? Ma kesên zilmê li me dikin û di şer de bimirin wê bibin 'qehreman' û wê zarokên me jî bibin 'terorîst'?
‘ŞERÊ ME ŞERÊ HEQIYÊ YE'
Bangîn, destnîşan kir ku ji bo şer bi dawî bibe divê kurd bibin yek û got: "Ji bo zarokên me bijîn, divê kurd hemû li hev kom bibin. Ev şer ji bo kurdan şerê man û nemanê ye. Em mafdar in, şerê me şerê ji bo ziman, şerê ji bo çandê û şerê heqiyê ye."
‘BILA ZAROKÊN ME BI NEFRETÊ MEZIN NEBIN'
Bangîn ku got "şer salekê bidome, wê nefret sed salî bidome", got: "Tenê daxwazek me heye; bila ev nefret mezin nebe. Me emrê xwe bi nefreta ji bo kesên li me zilmê dikin borand. Em naxwazin zarokên me bi nefretê mezin bibin. Em dixwazin zarokên me jî wekî zarokên cîhanê bi awayekî azad bijîn. Em êrîşî ax û gelên tu deverê nakin."