* Li Sakaryayê, Şîrîn Tosûn ji ber bi kurdî axivîbû hatibû kuştin. Di lêpirsîna derbarê mirina Tosûn de, îfadeya malbatê nehat girtin.
* Parlementera HDP'ê ya Mêrdînê Ebrû Gunay ku êrîşên li ser Herêma Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxandên, got: "Li vê erdnîgariyê çareserî bi Birêz Abdullah Ocalan pêkan e." Her wiha Gunay, destnîşan kir ku wê kurd bi Yekîtiya Neteweyî ya Kurd bi ser bikevin.
* Derhênerê îranî Resûl Bangîn, bilêv kir ku divê êrîşên Tirkiyeyê yên li ser kurdan bi dawî bibin û got: "Şer salekê bidome, wê nefret sed salî bidome. Me emrê xwe bi nefreta ji bo kesên li me zilmê dikin borand. Em naxwazin zarokên me bi nefretê mezin bibin."
* Serokê Giştî yê TÎP'ê Erkan Baş, diyar kir ku AKP ji bo emrê xwe dirêj bike, Tirkiye dixe nava şerê kor û wiha got: "CHP jî her dem ji bo AKP’ê bûye piştek."
* Dayikên Aştiyê, nerazîbûna xwe ya ji bo êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê anîn ziman û gotin, em ne şer, aştiyê dixwazin. Dayika Aştiyê Cevahîr Temel, got: "'Kaniya Aştiyê', bûye kaniya xwînê."
* Dengbêjan jî nerazîbûnên xwe yên ji bo êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Rêveberiya Xwesr a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê anîn ziman û bang li hunermendan kirin ku li dijî şer dengê xwe bilind bikin.
* Li Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê, gava Mûstafa Demîrbaş silavê dide hevalê xwe, gardiyan wî asteng dike. Ji ber ku Demîrbaş, li hemberî astengkirina gardiyan rabûye derbarê wî de lêpirsîn hatiye destpêkirin.
* Civaknas Ayşe Tepe Dogan, bilêv kir ku di êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de gelek sûcên mirovahiyê hatine kirin û got, kesên li hemberî van sûcan bêdeng dimînin jî şirîkê vî sûcî ne.
* Dayikên navçeya Hezexê, êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û gotin: "Dem dema berxwedanê ye."
* Danişîna doza Mazlum Turan ê 16 salî ku ji aliyê polîs Suleyman Esenboga ve hat kuştin, wê 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê bê dîtin. (09.30)
* OHD, Rêxistinên Hiqûqnasên Demokrat ên Navneteweyî, Rêxistina Hiqûqnasên Ewropa yên Ji bo demokrasî û Mafên Mirovan û Akademîya Piştevaniya Îzmirê dê "3'emîn Komxebata Dibistanan Mafên Mirovan a ya Ege ya Navneteweyî pêk bînin. (10.00)
* Berdevkê HDP'ê Gunay Kubilay, dê têkildarî geşedanên dawî li Navenda Giştî ya HDP'ê civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00)
* SES, dê helwesta “Li dijî şer aştî" li Otela Akar bi civîna çapemeniyê aşkere bike. (11.00)
* Platforma Tenduristiyê ya Amedê bi armanca Bijişk Kadîr Songur ê di
16'ê Cotmehê de rastî êrîşan hat li Odeya Tabîban a Amedê civîna çapemeniyê li dar bixin. (12.30)
* Baroya Amedê ji bo kujerên Serokê Baroyê yê berê Tahîr Elçî ku li Sûrê hat kuştin bên dîtin û bûyer ronî bibe dê di hefteya 198'emîn de li ber Dadgeha Amedê çalakî li dar bixe. (13.30)
* Berdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Gulistan Kiliç Koçyîgît û Hesserokê KCD'ê Berdan Ozturk, dê li Navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê gel ziyaret bikin. (13.00)
* Platforma Mamakê dê têkildarî çalakiya endamên Grup Yorum li Qada Mamakê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (14.00)
* Rêxistina HDP'ê ya Wanê wê bi minasebeta 7'emîn salvegera avakirina xwe de li Parka Musa Anterê bi gel re bê cem hev. (14.00)
* Rêxistina HDP'ê ya Edeneyê li dijî qedexeya Walîtiya Edeneyê dê bi şîara "Em ji bo demokrasiyê dicivin" li Qada Ugur Mumcu bi gel re bê cem hev. (16.00)