NAVENDA NÛÇEYAN - Cîgirê Serokê DYA'yê Mîke Pence û Serokomar Erdogan, îro li Kulliyeya Serokomartiyê li hev kom bûn. Pence, ragihandi ku her du welat ji bo agirbestê li hev kirine. Pence, got: "Wê tevger 120 saetan bê sekinandin. Wê di vê demê de DYA, bihêle ku YPG ji herêma biewle derkeve."
Îro Cîgirê Serokê DYA'yê Mîke Pence û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, li Kulliyeya Serkomartiyê li hev kom bûn. Piştî civînê Pence, li rezîdansa balyozxaneyê daxuyanî da.
Di daxuyaniya xwe de Pence got: "Hefteyek berê Tirkiye, ket nav axa Sûriyeyê. Niha bi şanazî dikarim bêjim ku, bi saya pêşengtiya Serok Trûmp, DYA û Tirkiye ji bo agirbestê li hev kirine. Wê Tirkiye navbiriyê bide Tevgera Kaniya Aştiyê. Wê tevger 120 saetan bê sekinandin. Wê di vê demê de DYA, bihêle ku YPG ji herêma biewle derkeve."