COLEMÊRG – Hevşaredarên Şaredariya Geverê Îrfan Sari û Remziye Yaşar hatin girtin.
Di 15'ê Cotmehê de polîsan li navenda Colemêrg û Geverê avêtibûn ser malan. Li Geverê di avêtina ser malan de hevşaredar Îrfan Sari û Remziye Yaşar jatibûn binçavkirin. Piştî karên li emniyetê sewqî edliyeyê hatin kirin. Dadgehê bi hinceta parvekirinên li ser medyaya civakî û beyanên şahidên nepen, hevşaredar bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" tawanbar kirin û girtin.
Hevşaredar şandin Girtîgeha Colemêrgê.