MÊRDÎN - Hevşaredarên Nisêbînê Semîre Nergîz û Ferhat Kût hatin girtin.
Li Nisêbîn a Mêrdînê, polîsan di 15'ê Cotmehê de avêtibû ser malan. Di avêtina ser malan de hevşaredarên Nisêbînê Semîre Nergîz û Ferhat Kût û endamê Meclîsa Şaredariyê Mehmet Emîn Alkan hatibûn binçavkirin. Her sê kes îro sewqî edliyeyaê hatin kirin. Piştî îfadeya li dozgeriyê Alkan hat berdan, lê belê hevşaredar Kût û Nergîz bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" sewqî Dadgeha Cezayê Sulhê ya Nobedar hatin kirin. Dadgeriy bi heman îdiayê Kût û Nergîz girtin.