ÎZMÎR – Polîsan mudaxeleyî daxuyaniya Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî ya li Îzmîrê dê li dijî êrîşên Tirkiyê ya ser Rojava bikira kir.
HDP’ê li Îzmîrê bi beşdariya Hevserokê xwe yê Giştî Sezaî Temellî xwest li ber avahiya partiya xwe li dijî şer û êrîşên Tirkiyê yên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyanî bide çapemeniyê. Polîsan xwe li daxuyaniyê ranegirt û mudaxele kir. Polîsan bi îdiaya “qedexeya çalakî û şahiyên li bajêr a Walîtiya Îzmîrê” destûr neda daxuyaniyê. Polîsan di kêliya Temellî ji nava girseyê veqetiya mudaxele kir.