AMED – Serokê Giştî yê KKP’ê Sînan Çîftyurek ê bi hênceta parvekirinên medya civakî yên li dijî êrîşên ser Rojava hatibû binçavkirin hat berdan.
Serokê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek duh di serdegirtina mala xwe de hatibû binçavkirin. Îfadeyên Çîftyurek ên li Miduriyeta Polîsan a Amedê temam bû û derxistin Dadgeha Amedê. Çîftyurek bi hêncetên axaftinên wî yên derbarê tayînkirina qeyûman de û derbarê operasyona li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê kiriye de bi îdiaya “Propaganda rêxistinê kiriye” hat sûcdarkirin.
Çîftyurek piştî bi îfade da dozger bi şertê kontrola edlî hat berdan.
Li aliyê din Çîmen Ulker a li navçeya Rezana Amedê jî hatibû binçavkirin derxistin Dadgeha Amedê û bi şertê kontrola edlî hat berdan.