WAN – Polîsan li Wanê destûr neda HDP’yî ji bo hevdîtina wan a sibê ya bi beşdariya Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî pêk were bang bikin.
HDP sibê dê li Wanê bi beşdariya Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî dê hevdîtinek gel pêk bîne. Bi minasebeta vê hevdîtinê parlamenter û rêveberên HDP’ê xwestin ji bo banga beşdariya vê hevdîtinê li ber avahiya partiyê daxuyanî bidin çapemeniyê.
Beriya daxuyaniyê polîsan avahiya HDP’ê dorpêç kir û destûr neda HDP’yî daxuyanî bidin.
'EV DAGIRKIRINA TUNEKIRINÊ YE’
Komê israr kir ku daxuyaniyê li dar bixe. Li ser vê yekê polîsan helwestek tund nîşan da û êrîşî HDP’iyan kir û wan bi darê zorê xist hundir.
Parlamenter Murat Sarisaç di vê navberê de daxuyaniyek kurt da û got: “Armanca êrîşa li dijî Rojava dagirkirin e û tunekirina gelê kurd e. Divê her kes vê wek êrîşa qirkirinê dizanibe û dengê xwe li dijî dagirkeriyê bilind bike.” Sarisaç xelkê Wanê vexwend hevdîtina dê sibê bi gel re pêk were.